BÛYERPRESS
Di civata giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî – Sûriyê ENKS’ê de gengeşe ser destpêşxeriya Fermandarê HSD’Ê Mezlûm Ebdî ya yekîtiya neteweyî bû..Li gorî serkirdeyekî ENKS’ê divê gavên baweriyê ji aliyê rêveberiya xweser ve bêne avêtin,da careke din her du alî li gorî rêkeftina Dihokê xebatên xwe bidin destpêkirin..tê zanîn ku Rêveberiya xweser hemû cezayên ser serkirdeyên ENKS’ê rakiribû,û bê astengî jî ENKS’ê dikare ofîsên xwe veke û xebata siyasî bide meşandin.