BÛYERPRESS
Ajansa Sana ya hikûmeta Sûriyê têkildarî rewşa şerê li Idlibê nûçeyek parve kir.
Sana’yê ragihand ku artêşa Sûriyê bajarok Cercenaz û çend gundên din yên Idlibê ji çekdarên ser bi Enqereyê ve kontrol kiriye.
Li wan herêman şer û cengeke dijwar rû daye,di encamê de bi dehan çekdarên oposizyonê yên girêdayî Enqereyê hatine kuştin.