BÛYERPRESS
Nêrgiz Ismayil
Em di kîjan demî de dijîn, hin kes dizanin, hin kes jî nizanin
Dibe ku kesên nizanin bala mirovan bikşînin! Lê nizanin, ango jiyan ji bo wan ew kêliya têde dijîn, li du wê kêliyê çi heye naxwazin bizanibin. Pirsa çima insan dijî? Çima insan pêwîst e mîna insana bijî? Girînge mirov ji xwe bike. Civaka ku ne di wê hêzê de be bersiva van pirsan bide, wê nikaribe qet wateyê bide hebûna xwe, ne ya fîzîkî, ne jî ya manewî
İnsan ev takekesê ku dagirtî hêz û zanebûn! Vê hêzê û zanebûnê di kîjan cihokî de dide xebitandin! Gelo insan jiyan dike ji bo ku xwe bikuje, cinsê xwe bikuje, xwe bixwe, heqîqeta xwe bixwe? Kengî ev insan wê bi rastiya xwe ya insanî bijî û rast bijî?
Ev dem van pirsan li ser mirov feriz dikin. Beriya em bibêjin ma qey me çi kiriye, divabe em bersiva em çima hene bidin. Pirseke dîrokî ye, naveroka wê tijî ye. Hişmendiya ku ev bi hezarê sala ye nahêle ku insan mîna insan bijî hêjaye nirxandinê. Tenê armanc insan zilmê li xwe bike, li nesilê xwe bike…Hetanî bi lawiran qanunên wan hene, kengî bi hev re bijî, kengî li hember hev şer bikin, kengî hev bikujin. Sedema her tiştî di jiyanê de heye. Lê wiha bûye ku bê sedem bê ku dîroka xwe ya mirovî binirxînin cîhaneke ji şer û çekan pêve nayê bîra tu kesî
Berê insan hêza xwe di hebûna fêlozof û zaniyarên xwe de didîtin, lê belê niha mixabin her miletek dixwaze xwe bi pirbûn û hebûn çekên xerab pesin dide. Meta li pêşe, insan mijara herî li paş dimîne, aşîtî jî mîna peyva sêwî ku; pişt gelek şeran gerek aşîtî çêbibe, lê gava insan ji holê bêne rakirin çi wateya aşîtiyê dimîne. İnsan zindiyek gelekî bi qîmete, gava ev zindî qîmeta xwe winda kir û her tişt bû meta wê demê hest, heyecan, kelecan û heqîqeta ku bi hezarê sala ye lê digere naxwe vala ye û bê bingeh e
Di roja îro de di vê cîhana me ya ku em şerê cîhanê yê sêyemîn û bi dijwariya wê dijîn bi hişmendiyek pir qirêj vê yekê feriz dike ku tu wateya insan nîne insan divabe têkeve xizmeta yek hişmediyê ew jî Desthilatdariyê ye..Nabêjim du cêwîk ji ber ku qet nabin cêwîk; du rastiyê dijberî hev xwe feriz dikin ew jî; Desthilatdarî–Demokrasî bi zimanekî hîna zelaltir em bibêjin; Desthilatdarî– Şoreşa Gelane..Du ferastên dijberî hev tên beramberî hev, lewra şer di her wateyê de dijwar dibe
Di vê sedemê de kîjan milet di Rojhilata Navîn de ji cîhanê bipirse: ma gunehê me çi ye? Ma me çi kiriye? Naxwe ew gel ji rastiya vê sedsalê ango serdemê re ne amadeye fêm bike. Ji ber ku şerê di navbera van herdu ferasetan ango hişmendiyan de ne şerê conega ye, du conege ango ga jî, çav sor li beramberî hev gurêş dikin hetanî dawî kî biserkeve ew xwe melikê her tiştî dibîne. Lê belê bê guman şerê cîhanê ku li her deverê gur dibe ne di vê wateyê de hîna mezintir derbas dibe. Şerê dijwar ê du hişmendiyên dîrokî ne ku koka herduyan jî asê ye. Desthilatdarî qet bi rehetî qebul nake ku insan aram û di jiyaneke aramiyane de bijî…Berjewendiya madî li pêş e, insan jî li gel wê madeyeke, ew made kevin dibe, tê avêtin, maedeyek din dibe altarnatîfa wê. Lê belê rastiya gelan û civakê xwe diparêze û her demê du şoreşan dijî; şoreşa hundirîn-şoreşa berxwedêr a ji derve ve, ew jî li hemberî wan hêzan mezin û berfireh dibe gava têkevin rewşa êrîşê li ser nirxên wê de
Ev têgehê bê sererastkirin wê hîna di cih de be; ev sedema şerê Desthilatdarî û û Şoreşa Gelans. Ji vê rastiyê em dikarin berdewam bikin ku êrîşên dijwar jî li ser tevahiya nirxên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek sedem ev e. Li ser vê xakê şoreşa hişmendî dest pê bû, şoreş gel û civak xwe bi xwe fêr bibe xwe bi rêve bibe. Bi xwe bibe rêveberê xwe. Bi xwe bê ku ferasta yek dewlet yek netew serwer be di nava xwe çiqasî pêkhate jî hebin bikaribe lihev bike, bi hev re bijî. Di heman wextê de wan cewaziyan bike sedema hevgirtinê û pêkvejiyan kirinê
Li ser vê xaka Rojavayê Kurdistanê ji 9’ê Cotmehê û heta niha ve hemû hêzên cîhanî verişiyan û bi rastiya xwe ya eşkere kî temsîla gelan dike, kî temsîla berjewendiyê xwe di bin navê rizgarkirina gelên herêmê de hate diyarkirin. Xala herî balkêş ku rastiya Şerê Gelê Şoreşger derket; dayik, zarok, jin, ciwan û yextiyar hetanî bi pêlavan û keviran li dagirkeriyê dan. Bi hemû cureyan berxwedanî. Ne hêsane bi rastî kezeba dayika wiha bişewite lê belê bi serfirazî di bin konê zarokên xwe de ji dil bilîlîne. Hêza berxwedanê di ruhê gelan de nemîne, wê demê pêwîste mirov bitirse. Desthilatdarî wisa nikare bi ser bikeve gava civak bi ruhê şoreşê re bi yek be. Lewra şerê di qadê de heyî şerê şoreşa gelane û çavsoriya desthilatdariyê ye