BÛYERPRESS
Wezîrê karê derve yê Denîmarkê Yêbê Kofod,Şandeyeke Ji Encûmena Sûriya Demokratîk MSD’ê bi serokatiya Îlham Ehmed Li Kopinhaginê pêşwazî kir.
Di nava şandeya MSD’ê,Hevserokê MSD’ê Riyad Derar û Nûnerê MSD’ê li Kopinhaginê Şiyar Dêrikî cih digirtin.
Di civata her du aliyan de mijarên herêmî û navdewletî hatine gengeşe kirin,taybet rewşa ku rojhilatê çemê feratê têre derbas dibe.
Her wiha şandeyê binpêkirinên artêşa tirk û çekdarên wê ji wezîrê derve yê Denîmarkê re raçav kir.