B[YERPRESS
Careke din artêşa dagirker a Tirkiyê agirbesta li rojhilatê çemê Firatê bin pê dike.
Artêşa dagirker û çekdarên xwe êrîşî bajar û bajarokên derdora Til Temir,Zirgan û Eyn Îsayê dikin.
Herî dawî balafirên bî pîlot ên artêşa tirk a dagirker noqteyeke artêşa Sûrî ya li gundewarê Til Temirê bombe kirin.
Li gorî zanyariyên ku ajansa Sanayê ragihandiye,2 leşkerên artêşa Sûriyê hatine kuştin.
Hemwext şervanên hêzên sûriya demokratîk HSD’ê bersiva êrîşên dagirkeriya Tirkiyê didin.
Ew jî di çarçoveya parastina rewa de,di heman demê de şervanên hêzên sûriya demokratîk HSD’ê li rojavayê Kampa Eyn Îsayê gundê Sêda ji çekdarên dagirkeriya Tirkiyê rizgar kirin.
Li rex wê jî balafirên dagirkeriya Tirkiyê dor û bera wan bajaran bombe kirin.
Li gorî zanyariyan hejmareke sivîl birîndar bûne.