BÛYERPRESS
Di dem û dîrokên cûda de ji aliyê hêzên me yên Ewlekarî ve di operasyonên li hember DAIŞ û şaneyên wê yên veşartî hatin pêkanîn de bi tevahî 25 çete hatin girtin. Berfirehiya operasyonên hatin pêkanîn wiha ye;
1- Di operasyona ku ji aliyê hêzên me yên Ewlekarî ve hatî pêkanîn de endam û serçeteyê DAIŞ‘ê yê bi navê Erkan Hisên (Mihemed Salih el-Elî) ku bi erka berpirsiya dîlên koma çete ve radibû hate girtin.
2- Di navbera rojên 15-22‘ê Mijdara 2019‘an de operasyonek taybet li hember şaneyên veşartî û endamên DAIŞ‘ê yên li herêma Dêrazorê hat encamdan. Di encamê de 21 çete hatin girtin. 2 çeteyên ku xwastin êrîş bikin jî hatin kuştin.
3- Serçeteyek ku xwe di kampa Holê de vedişart û ji teqînên li Hesekê berpirs bû hate girtin.
4- Di roja 28‘ê Cotmehê 2019‘an de ji aliyê Yekineyên Antî Teror (YAT) ve operasyonek hat encamdayîn. 2 çeteyên berpirs ji êrîşa teqîna ku beriya niha li ser zindana Hesekê hatibû kirin, hatin girtin.”