BÛYERPRESS
Nêrgiz Ismayil
Roja 25’ê mijdarê di dîrokê de rojeke bi wate ye, di heman demê de weke rojeke sembolîk dibînim…Di vê rojê de, li her devera cîhanê bi yek dirûşmeyê tê bang kirin : ” Li Dijî Zordariya Li Ser Jinan ” bê sekinandin, ev hevok bi serê xwe dagirtî rastiyên dîrokî ne.
Pirsa yekemîn ku tê bala mirovan ev e : Gelo tenê jin di civakê de tê beramberî şîdet û zorê ? Eger a herî di civakê de li hemberî şîdetê tê perçiqandin jin be!
Bila em qet ji bîr nekin ku di rêka jinê de civak tê perçiqandin, rastî tê perçiqandin, mirovahî bi xwe tê çewisandin.Jin ne tenê mirov weke hebûnek fîzyolojî bigire dest, jin ew e herikîna jiyanê bi xwe ye, bi wê re aramî û jiyana aşîtiyane tê mayindekirin
Lewra îro xala herî girîng divabe em balê bidin ser ew ê yekê ku zorî û şîdet ne amûr in! Bi dest, bi kêrê, bi fîşekê, bi çekê, bi kuştinê, rastiya wê (hişmendiye) gelekî girîng e…Zordarî weke du şêwazan tê bikaranîn; Fîzîkî ku herî li ber çav e, her wiha zordariya hizrî, hestî û derûnî hîna xerabtire.
Ne tenê ev şîdet li ser jinê weke zayend tê bikaranîn, bê guman zilam jî para xwe di nav de digire..Eger îro jin qurbaniya şîdet û zorê ye, di heman wextê de zilam mîna amûrekî erzan ê vê şîdetê tê hîna bi zanebûn tê bikar anîn…Zilam jî bûye mîna pîreka bê vîn, bê kesayet, ji destê hişmendiya şer û şîdetê nizane çawa xwe rizgar bike…Ji ber ku armanca sereke ya hişmendiya zorê ne kes e, civake û mîna çandekê bi kok xwe dide bi gewde kirin
Em li kîjan kolanê bigerin em ê temaşe bikin ku zarok hîna di temenek biçûk de ji bilî girtina kêrê, şûr, çekê û daran ji tu listokên din hez nake..Ev yek mîna çandekê pir bi zanebûn tê feriz kirin…Di malê de şîdet heye, malbatek bi qîr-wîr heye, rêbaza danûstandina demokrat nîne…Li kar çanda (pile) heye, kesên jor kesên jêr.
Hişmendiya şîdet û zorê gelekî bi nezanî di murehkên civakê de tê çandin, insan jî xwe di rewşekê de dibîne ku nikare li hemberî wê li ber xwe bide.Ev hişmendî civakên bê vîn û ji berxwedanê dûr ava dike.
Armanca sereke ev e : Civak heye, lê belê hebûneke çawa ? Raste xwedî zanebûne lê zanebûna ku xizmeta kê dike nizane ? Rast bi deng û reng e lê ew reng çawa ne, ew deng ji bo çi bilind dibin?
Civak dikeve rewşekê de ku ling û dest wî bi hev ve têne girêdan, li vir (serî) çiqasî li ber xwe bide ne diyar e !! Çanda demokratîk û exlaqa wê tê lewaz kirin, hişmendiya şîdetê û zorê bi bandor dibe
Eger em werin rastiyê hişmendiya şîdetê di sala 2019’an de ya herî bi dijwarî di hemû waran de hatiye meşandin û bi rengekî herî qirêj û xerab bikar hatiye..Di welatê weke Şîlî de roj tine deh jin têne tecawiz kirin, kuştin û dest avêtin.Ev e tenê di rojekê deye.
Nimûne li Urdunê di warê destûrî de gelek mafên jinê hatine dayîn û nivîsandin, taybet di warê mafê malbatê de, lê di nav rastiya kelepora civakî de û hişmendiya jinê biçûk dîtin, her salê bi dehan jin neçarî pejirandina hişmendiya zor û nerm dikin…
Wiha lê dikin ku nikaribe xwedî li mafên xwe derkeve.Em li welatên ku şer lê têne gurkirin bi hemû şêwazan weke Filistînê ku bi sala ne zordariyek dagirkerî bi her alî ve berdewam e..Em li kurdistanê meyze bikin, şerên dijwar ku di dunyayê de nehatiye peyda kirin têne meşandin…Li hemberî jinê bi hemû rêbaz û amûran ji tecawizê bigire hetanî bi kuştinên faîlî machul berdewam in.
Li hemberî jina Têkoşer, dayikên berxwedêr, jina pêşeng bi hemû aliyan zordariyek nerm û çor jî tê bikaranîn..
Rastî ev e: Zordariya veşartî mirovahiyê ji kokê radike ya eşkere tenê xapandin û boyaxkirine. Hişmendiya zorê li dijî jina serhildêre.Yek ji wan jina siyasetmedar Hevrîn Xelef bi xedreke ne mirovane hate qetil kirin..Pirsa herî sereke wê jin çawa li hemberî vê zorê rawest e?
Bersiva rast ev e : Di kesayeta jinê de jiyan tê kuştin, di rastiya jinê de jiyan wenda dibe, girîng e li hemberî hişmendiya zordariyê bi kurahî bê guhertin…
Pêşxistina hişmendiya jina têkoşer, jina azad gava sereke ye. Rizgarkirina civakê ji pencên zordariyê ji çavkaniya jiyanê jinê dest pê dike. Wê ev çanda berxwedanê berdewam bike, bi vê çandê civak azad dibe, jiyaneke aşîtiyane vegere