BÛYERPRESS
Careke din Balafirên Cengî yên Artêşa Îsraîlê pargehên Hizbullaha Lubnanî û Supaya Pasdarên Îran li derdora Şamê bombe kirin..
Medyaya Îsraîlî ragihandiye ku di bombebarana balafirên cengî de nêzî 10 çekdarên ser bi Îranê ve hatine kuştin..
Berdewam jî wezîrê bergiriya Îsraîlê Efîgador Lêbirman tekez kir ku ew ê êrîşî hemû pargehên Îranî ku dibin gef ser aramî û ewlehiya wî welatî bikin.