BÛYERPRESS
Tevî ku agirbest hatiye ragihandin,lê belê êrîş û kiryarên dagirkeriya Tirkiyê li Girê Spî û Serêkaniyê û gundewarên van bajaran berdewam dike.
Car caran li gundewarên Til Temir ,Serêkaniyê û Girê Spî di navbera hêzên sûriya demokratîk HSD’ê û çekdarên dagirkeriya Tirkiyê de şerekî dijwar rû da.
Herî dawî Balafirên Dagirkeriya Tirkiyê Wesayeteke sivîlî li gundê Qirinfilê ya Girê Spî kirine armanc…Li gorî zanyariyên ku bi dest ketine,Ji ber bombebaranê 2 sivîl şehîd bûn,3’ê sivîl jî bi giranî birîndar bûn