BÛYERPRESS
Nêrgiz Ismayil
Cilara Zetkin piştî kuştina hevala wê ya hêja Roza Loksambirg ku ew û hevalên xwe bi xedireke mezin di zindanê de hatin kuştin ev gotin got:
” Gava jin digihê heqîqeta civakê jê natirse, civak pê serfiraz dibe, lê desthilatdarî har dibe “
Bi sedan jinên ku gihiştin heqîqeta jiyana bedew, jiyana rizgarbûyî ji hemû hişmendiyê bê edalet û demokrasiyê, di dawî de di warê fîzîkî de bi dek û dolaban hatin kuştin, binçavkirin ango di zindanan de darizandin;
lewra heqîqet rastiya xwe ya hebûnê parast û heta vê kêliyê dîrokê xwe zindî hiştiye.
Bêguman wan jinan wek kesayet, takekes, wek hebûneke bi wate di nava nerastiyan de li rastiyê geriyan û rojekê ji rojan qet nepejirandin ku asayî bijîn û heqîqetê wendayî bihêlin. Di hizira van jinan de ne tenê heqîqeta jinê hebû ango heye, heqîqeta jiyaneke bi rûmet û her lehze bi lehzeyê tê tunekirin, tê kuştin heye. Dibe ku hatin kuştin, hatin şewitandin, lê ew tenê di warê fîzîkî de ma, ji ber heqîqet ji hebûna fîzîkî kûrtir û mezintir e
Dîroka jinên kurdan bi xwe jî hatiye xemilandin bi vê rastiyê feraseta berxwedanê veguhezand (berxwedana heqîqetê). Gava em behsa vê rastiyê bikin kesayeta şehîd Hevrîn Xelef de ku kesayeta xwe terxanî rêka heqîqetê kiribû.
Di hişmendiya Hevrîn Xelef de ku ji kokî resen ji dayik dibe.
Li wê esaleta xwe ya dîrokî dimîne. Zaroka Beravê, Keçika Endîwerê, ciwana herêma Dêrikê ku ew jî guliyek ji guliyên Cizîra Botanê ye. Her gulek, her darek li ser axa xwe şîn dibe û bilind dibe. Şehîda Hevrîn Xelef ji zarokatiya xwe de li nav baskên jiyanê geriya, gelo rastî çi ye?
Rastî çawa dikare bi hemû bedewiyên xwe biherike û bê ku bê kuştin?
Bi van pirsan gihişte bersivên kûr û rêwîtiyek dagirtî hate destpêkirin.
Gava lêgerînên azad û rast ji bo rêka heqîqetê dest pê dibe, êdî mirov ji rastiya xwe ya fîzîkî derdikeve û derbasî kûrbûna dîrokî dibe.
Piştî gihiştina rastiya rêka heqîqet êdî Hevrîn nema dikarîbû mîna her kesî bijî û asayî hizir bike
Wê soz dabû xwe bibe dengê heqîqetê ji bo jinên kurdan, çarenûsa hebûna jina kurd biguherîne, ji jina kurd dest pê bike hetanî bighêje hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku pêş ev rêwîtiya heqîqetê nesekine û berdewam bibe di nava civakê de. Ew rêwiya bedewiya jinê bû di warê hizir, raman, polîtîka û sekneke pijandî raber dikir
Ne hêsane jin di qada polîtîka de xwedî vîneke serbixwe be, xwedî biryara xwe ya jiyanê be, bikaribe ew bi xwe hebûna xwe bide diyarkirin. Civaka me jî ne kêm her civakekê ye ku avdanka hişmendiya desthilatdariyê vexwariye û keleporên kilasîk di pîvanan de zindî hene. Ne hêsane jin bikaribe ji her hêlan ve bibe dengê vînê, bibe heqîqeta jineke azad û bikaribe wateyê bide hebûna xwe ya fîzîkî, ruhî û zanistî.
Lê belê kesayeta wê di rojên herî zehmet û di nava şoreşa avakirina Sûriyeke demokratîk de xwedî hewldan, xwedî sekin, xwedî helwest bû
Em nikarin gotinek wê ji bîr bikin digot:
” ne ji bo pera min dest bi rêka heqîqetê kiriye, pere li mala min pir in, min ne ji bo sebira xwe bînim tevlî jiyana polîtîka bûme, ger mîna jineke asayî hizir bikin pêwîstiya min bi polîtîka tuneye, lê heqîqet di hundirê min zindî bûye, min ji laşê min derdixe, ez bixwazim bisekinim jî êdî nema dikarim, min dest pê kiriye, ne poşman im, poşman nabim, ez ê berdewam bikim “
Hemû bedewî di vê gotina wê de veşartiye û xwe ji hemû hêlan ve û bi zanebûn terxanî rêka heqîqetê kiriye.
Bêguman mîna Cilara jî di gotina xwe daye diyarkirin; civak bi kesayeta di rêka heqîqetê de serfiraz bû, lê belê hovîtiya hovan nema dikarîbû qebûl bike, ketin rêka wê de û şehîd kirin.
Xwestin bi şehîd kirina wê yasemînên aşîtiyê di rêka hqeqîqetê re tune bikin, xwestin dengê rastiyê, dengê jiyana bedew bi dawî bikin. Bi vê kiryara wan armanc ew bû vîna jina heqîqetê lawaz bikin, bişkînin û bimirînin. lê nizanîbûn heqîqet qet tune nabe, rastî ne fîzîkî ye, rêka rastiyê bê dawî ye, bi sedan jin wê bedewiya yasemîna aşîtiyê zindî bihêlin. Dîrok şahidiya vê rastiyê kir û dike jî;
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinan pêşeng e, di hemû qadan de.
Berdewame hebûna wan wê her demê berdewam be jî….