BPYERPRESS
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Hêzên me di çarçoveya rêkeftina di navbera aliyên pêwendîdar de xwe ji herêmên pêwîst vekişand û di encam de hêzên parastina sînor a hikûmeta Sûrî di van herêman de hatin bi cîhkirin.
Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve, ruxmê rêkeftin û vekişandina hêzên me jî, li van herêmên bi hemû hêza xwe, bi çekên giran û bi hêza hewayî êrîşên xwe yên li ser çeperên leşkerên hikûmeta Sûrî û van gundan bi awayekî tund didomîne.
Hêzên me bi armanca parastina sînor, van gundan û leşkerên hikûmeta Sûrî, di gelek herêman de bersiva êrîşan didin.
Dirbêsiyê
Artêşa dagirker êrîşên xwe yên li ser hemê domand û bi topan êrîş bir ser herêmên sîvîl.
Dîsa komên çete bi tang, BMP û çekên giran êrîş birin ser gundê Eyn El-Hewa.
Di encama bersivdana hêzên me de herî kêm 60 çete hatin kuştin û 20 çete brîndar bûn.
Di êrîşên artêşa dagirker de hejmarek leşkerên parastina sînor yên Sûriyê jiyana xwe ji dest dan û hejmarek jî dîl ketin destê artêşa dagirker.
Til Temir û Serêkaniyê
Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve bi tang û topan êrîş birin ser çeperên hêzên me yên li gundê Erîşa, Salihiyê û Ebd el-Selam.
Hêzên me di çarçoveya parastian rewa de bersiva van êrîşan dan û di encam de seyareyek doçkabarkirî rûxandin.
Herwiha hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û brîndarkirin.
Girê Spî û Eyn Îsa Li gundên Qizalî, Gor Kîha û Evdikê hêzên me bersiv dan êrîşên komên çete û li herêmê şer qewimî.
Di encama pevçûnên giran de herî kêm 15 çeteyên dagirker hatin kuştin û gelek ji wan brîndar bûn.
Di şerê roja 21emîn de bi giştî 75 çete û leşkerên dagirker hatin kuştin, bi kêmanî 20 çete brîndar bûn.
Di vê berxwedanê de hevalek me bi lehengî şer kir û şehîd ket, 6 hevalên me brîndar bûn.
Herwiha di van êrîşan de hejmarek leşkerên Sûriyê jiyana xwe ji dest dan û hejmarek ji wan jî dîl ketin destê artêşa dagirker