BÛYERPRESS
Hêzeka leşkerî ya Emrîkî di dergeha El Welîd ya Başûrê Kurdistanê re derbasî herêmên Bakur – Rojhilatê Sûriyê bûn.
Ew hêz berew noqteyên Emrîkî yên li Dêra Zorê ve çûn.
Karwanê otombîlan ji bi dehan siwareyan pêk dihat ku amûrên leşkerî û lojistîk bar kiribûn.
Tê bi bîr xistin ku Emrîkayê gotibû ew ê li gel hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê parastina Petrolê bikin û hejmareke leşkerên din jî ser sinorê Urdinê belav bikin.