Iro li hola Subarto li bajarê Qamişlo çalakiyên Roja yekê ya Mehrecana çîroka Kurdî ku Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Surya bang ji bo wê kiribû, û roja 6 meha 6an ji her sal ji bo wê dest nîşan kiribû Destpê kir.
Mehrecan bi rawestana kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên ” Kurd û Kurdistanê” destpê kir, dûv re serokê (YNKS) mamoste Dilawerê Zingî kurte gotinek li ser dîroka çîroka Kurdî got, tê de da xuyakirin ku ev yekem car e rojek ji bo çîroak Kurdî destnîşan dibe, ew roj jî di bîranîna roja yekem çîroka kurdî di kovara “Roja Kurd” de ji aliyê nivîskar Fuad Temo di 6/6/1913an de li Istenbolê hatibû weşan..
Dûv re nivêskar M. şêxo behsa hindek rawestgeh di dîroka çîroka kurdî kir, mîna çîroka “Mem û zîn” yak u helbestvanê mezin Ehmedê Xanê bi şêweykî helbestî nivîsandibû, her weha çîrokên Mele Mehmûdê Beyazîd. Dûv re behsa nifşên dudwan ji nivîskarên çîrokê mîna: Fuad Temo, Cemîl Saib, Erebê şemo, htd kir. Her weha navê hin nivîskarên dî mîna Cemal Nebez , Nûridîn Zaza kir, ta dawî gihşt nifşê nivîskar Fewaz Ebdê, Helîm Yûsif, Laleş Qaso. Qado şêrîn, û gelekên din.
Pişt re nivîskar Wecîha Ebdurehman kurte nasînek li ser her du çîroknivîsan Imran yûsif û Salar Elo xwend, tê de behsa berhem û nivîsên wan kir. Çîroka nivîskar Imran bi navê ” Koçberî ” û ya nivîskar Salar bi navê “Qişle ” bû.
Piştî xwendina her du çîrokan gelek pirs û bersiv ji aliyê amadekar û her du nivîskaran çêbûn.
Di daxuyaniyek taybet ji bo malpera rojnameya ” Bûyerpress” de, serokê (YNKS)got: Me îroj wek (YNKS) vekirina roja yekem ji mehrecana çîroka kurdî eşkere kir, ew jî dikeve dîroka nivîsa yekem çîrok ji aliyê nivîskar Fuad Temo di kovara “Roja Kurd” de. Ev mehrecan heft rojan berdewam e, her roj wê du çîrok werin xwendin, û ji hêla komîteyeke pispor de wê were niqaşkirin. Di roja dawî de çîroka biserkeftî wê were xeatkirin. Me ev vexwendî ji her çar perçeyên Kurdistanê re şandiye ta ku ev roj bibe rojeke dîrokî.
Hêjaye gotinê ku wê ev mehrecan hefteyekê berdewam be, wê gelek ji nivîskaran çîrokên xwe tê de bixwînin, û ev yekem ezmûn li seranserî Kurdistanê ye.