BÛYERPRESS
Serokê Pariya Dêmokrata Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî di twîtekê de rexne li Serokê Emrîkî Donald Tiramp girt.
Barzanî di twîta xwe de dibêje :
” Serok Tirampê Xoştevî,Gelê Kurdistan her dem berevanî di ber mafên xwe yên rewa û dadperwerane kiriye,Hêzên Pêşmerge rêxistina DAIŞ têşikand,hêzên me beşekî aktîv ji hêzên hevpeymana navdewletî ya şerê li dijî DAIŞ’ê bûn. ”
Lîderê Kurdistanî Barzanî twîta xwe wiha bi dawî kir :
‘ Xwîna me ji çek û pereyan buhatire
Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di komêntekê ser rûpela kesayetî ya Facebookê’ de bersiva Donald Tiramp da.
Xelîl ji Tiramp re got :
” Em ne hêzin bi kirê ne,em şoreşgerin û armancên me yên pîroz hene ”
Xelîl di dawiya komênta xwe dibêje :
” Ger ku Birêz Tiramp,pereyên hatin xerckirin di hilmetên leşkerî de hesab dike,weku pereyên ji kurdan re hatine terxan kirin,helwesteke şaşe û nerênî ye,û hemahengiya li gel Erdogan dide nîşan dan…Her wiha gotinên bi vî rengî alîkariyê di projeya Erdogan ya qirkirina xelkê deverê dike.
Axaftinên wî ser pereyan gelekî erzane,li hember buhaya ku me daye,ew jî xwîna keç û xortên vî welatî ne.. ”