BÛYERPRESS
Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotêrêj ragihand ku aliyên Sûrî giheştin lihevkirinekê bo sazkirina Komîteya Destûrî .
Têkildarî mijarê Rêxistina Navdewletî ev pêngav mîna dergehekê bo destpêkirina çareserkirina kirîza Sûrî derbirî..
Her wiha dezgehên herêmî yên girêdayî Hikûmeta Sûrî ragihandin ku dê Gêr Pêdirson Roja Yekşemê Bigihje Şamê û dê li gel wezîrê Derve Welîd El-Mûlim bicive bo lihevkirina navên ku di Komîteyê de beşdar bibin û rêjeya aliyan di komîteyê de.