BÛYERPRESS
Werger : Berzan Ferman
‘ Ji min re gotin wî kartekî ilkitronîk bi otombîleke endamên DAIŞ ve vekirî,û di bombebarana hevpeymanê ser wî karwanî birayê te hat kuştin,Îca Ehmed diviya bû ku ti serê wî jê bike..! ‘
Ehmed bi tûna dengekî xemgîn dibêje ku wî ev roman bawer kiriye û ew kesê karta ilkitronîk bi otombîlê ve girêdaye serjêkir..
Bi hazirbûna hejmareke Emîrên DAIŞ,serjêkirin dîmenê wê hat girtin û ser torên civakî hat belav kirin..
Yek ji çîrokên ku di bîrdanka zarokekî Artêşa Eşbal El Xîlafe de maye,berî ku were sergûn kirin ji navenda Horî ya nûjenkirin û perwerdeya Zarokan..
Berî ku em di qada navendê re herin û bên,û çaxê me hindek hevpeyvîn bi hejmareke jînewerên vê navedê re kir,dengekî wiha nêzîk dihat guhê me,gotineke kin e,Mis’aeb Xelef rêveberê navenda Horî ji mere got ku ev gotineke kurdî nêzî 120 zarokî dibêjin piştî xwarina xwe bi dawî dikin ( Noşî Can Be ) wate jî Afyet be.
Di hundirê navendê de xizmet xweser e,hene yên ku fêrî çêkirina xwarinan bûne,zêdebûna kêrên zêde di hundirê xwaringeha navendê de ti metirsînê dernaxe,ji ber ku hatin perwerdekirin ku tundirewî di vê civakê de ji bilî xirabûnê ve nayêne.
Di xwaringeha navendê de,cûryekî xwarin xwar ew jî sênîkek ji Birinc û Merqeyê bû,Zarokekî ku temenê wî 10 sal bû,bi lez xwarin dixwar,ne wekî yên di ku hêdî hêdî xwarin dadiqurtandin.
Ken ser lêvên wan de xuya dikirin,em pêre axivîn,ew zarokekî fedî karbû,belkî careke din xwarinê ser maseyê nexwin..
Zarokê Tacakistanî Şahîn ( Navekî Lêkirî ),derbas bû bi malbata xwe re ku ji 7 kesan pêk tê nava refên DAIŞ,wê çaxê temenê wî 5 sal bû..
Der barê tevlîbûna xwe nava DAIŞ de ew zarokê Tacakistanî dibêje :
Em ji Tacakistanê derketin,û em gihan bajarekî mezin û xweşik,dayika min ji min re got ev Tirkiyê ye û di wir re em derbasî bajarê Meyadî yê Dêra Zorê bûn.
Min dît dayika min got,Şukur ji xweda re em gihiştin xaka Îslamê xaka Dewleta Islamî DAIŞ.
Şahîn berdewam diaxive û behsa bûyer ji dest dana malbata xwe dike :
Min dît di bombebarana balafiran de ser devereke Dêra Zorê tevayî malbata min jiyana xwe ji dest da..ez tenê mam,temenê min wê çaxê 10 sal bû,ev du salin ez li navendê dijîm.
Bîrdanka Zarokê Tacakî tenê wêneyê Bapîrê wî tê de ye û dibêje :
Kalikê min li Tacakistanê ye,rûdêmên wî têne bîra min dema bi min re dilîst,ez dixwazim vegerim cem kalikê xwe,kesek seredana min nake li vir,ez tim tenê li Odeya xwe dirûnim û di kalikê xwe de dihizirim,ez hêvî dikim ku hikûmeta min daxwaza min bike,ji ber ku hîn ez biçûkim..
Qonaxa Yekem
Mis’ab Xelef rêveberê navenda Horî got ku :
Piraniya zarokan,bi taybet Sûrî,Xîzanî û rewşên zehmet hiştin ku tevlî DAIŞ bibin,helbet hejmareke heye ku bawerî bi îdîlojiya DAIŞ anî,ew jî li gorî çandên radîkal,li vir hemî wekî hev in,destpêkê lêpirsîn bi wan re dibe,karê me piştî wê dest pê dike.
Bernameyê Rojane
Bernameyê Rojane demjimêr 6’ê sibehê dest pê dike,paqijiya canî û cilşûştinê û sererastkirina odeyan ta demjimêr 7 berdewam e di dema spora sibehê de
Piştî wê taştê demjimêr 8 tê xwarin,heyama waneyê destpêkê ku mamosteyên jin û pispor pê radibin,ew jî demjimêr 9 dest pê dike û ta 1’ê Nîvrojê berdewam e.
Ji hêla asta xwendinê û waneyan,hemû zarok ji ‘ Sifirê ‘ dest pê dikin,ji ber ku hemû zarokan ne xwendene,û hemû waneyan bi metiryalekî Akadîmîk di madeyên ( Cîgrafiya,Bîrkarî,Dîrok,Şêwekarî û Mûzîk,Zimanê Erebî her wiha zimanê Kurdî jî ders têne dayîn,zarokên biyanî êdî dikarin erebî bi serbestî biaxivin,her wiha zarokên ji pêkhata ereb bi zimanê kurdî baş diaxivin.
Heyama bêhinvedanê demjimêr 3’ê dest pê dike û ta 6’ê berêvarî berdewam e.
Her wiha di heyama êvarî de, ‘ lîstikên spor,lîstika Şetrenc,temaşekirina Televizyonê,karê destan ew jî çêkirina Palsqê Bêrîkan û avjengehan.. ‘
Navenda ‘ Horî ‘ Ya Li Bakurê û Rojhilatê Sûrî damezrandin û hizira avakirinê :
‘ Rêveberiya Xweser ‘ Navenda Horî Ya nûjenkirin û perwerdekirina Zarokan destpêka meha nîsana 2017’an li bajarokê Til Ma’rûf ya girêdayî Tirbespiyê hate damezrandin.
Ev bajarok jî naskiriye bi peymangehên xwe yên olî
Berê jî Malbata ‘ Xeznewî ‘ ev peymangeh bi rêve dibirin.
Dewleta Islamî DAIŞ piştî êrîşa 2014’an êrîşî bajarok kir ‘ Mizgeft,kelekên Şêxan û hejmareke gorên wan rûxandin..
Her wiha ev navend ku peymangeheke ezberkirina Qurana Kerîm bûyî rûxandin
Lê piştî rizgarkirina bajarok ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê û Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê,Rêveberiya Xweser bangewazî li xelkê wê kir vegerin warê xwe û dest bi avakirinê bikin..
Ev Navenda hate çaksaz kirin û wekî navendeke nûjenkirin û perwerdekirina Zarokên ‘ Ehdasan’ hate destnîşan kirin.
Piştre beşekî mezin jê,ji zarokên DAIŞ re hate veqetandin.
Li gorî rêveberiya Navenda Horî,hejmareke zarokên hatine navendê gihiştiye 450 zarokî,330 kes jê hatin derkirin piştî perwerdeyeke taybet dîtin,û niha jiyana xwe ya xwezayî di nava malbatên xwe de dikin.
Li gorî Xelef,agahiyên ku dibêjin cihên din yên hemzbêkirina zarokên DAIŞ derewand û got :
Ji bilî navenda Horî nîne,tenê Kampa Holê heye,ew jî bi hezaran jin û zarokên DAIŞ’î têde ragirtî ne.
Şêwekarî û afrêneriya Karê Destan
Silêman Sulê ji Emrîka Başûr,temenê wî 16 sale,ew jî dilên sor ji madeyên rês û xirayê çê dike,û bala serdançiyan dikêşe
Sulê dibêje,ew hîn keçka ku jê hez dikir di dibistanê de ji bala wî derneketiye û ew dilan bo wê çê dike,Silê bi hevjînê dayika xwe re hatî vê derê û tevlî DAIŞ bû,Dayika wî ya Emrîkî ku rûyê xwe girtiye û cilên reş li xwe kirine, li kampa Roj dimîne,ew jî kampeke dikeve bajarê Dêrikê û rêveberiya xweser serpeştiya wê dike.
Dayika wî her çende seredana wî dike,ew jî bi serperştiya Rêveberiya Kampê,Sulê got :
Dayika min berî çendekê hat û ew cilên reş ji xwe kiribûn,û cilên mîna yên welatên Rojavayî li xwe kiribû.
Û ji min re got ; Kurê min,ez dixwazim tu rehmetê li min bike,min pêşeroja te rûxand dema min te anî vê derê..
Sulê : ez ê her dem ji dayika xwe hez bikim,em şaş bûn û vegeriyan hişê xwe,em dixwazin vegerin welatê xwe,lewra daxwazê ji hikûmeta welatê xwe dikim dilsoziyê bi mere bike..
Silêman Sulî xortê bi exlaq,axaftinên xwe bi van çend peyvan bi dawî dike :
Bavê min dev ji dayika min berdaye û niha li Kenedayê dijî,dixwazim wî bibînim û seredana wî bikim,her wiha xwendina xwe berdewam bikim û bibim bizîşekî serkeftî û alîkariya xelkê bikim wekî ku ev navend alîkariya min kir.
Ji serjêkirin ber bi baştirîn reftarî..!
Ehmed ji mere qehwe û av pêşkêş kir,bêyî ku dengê wî jî bibhîzin hêdî hêdî ji gel me çû,tiştekî wiha metirsîdar ji aliyê wî ve nedît,Rêveberiyê got ew xeternake,me jî daxwaz kir em pêre hevpeyvîn bikin û erê kir
Ehmed gêncekî bajarê Hesekê ye,16 sal kiriye,12 salî tevlî nava rêxistina DAIŞ dibe dema ku DAIŞ bajarokê wî xiste bin serweriya xwe de.
Ehmed rewşa tevlîbûna xwe nava rêxistina DAIŞ dike û dibêje :
Dema derbasî nava bajarokê min bûn,gelekî em tirsiyan,malbata min reviya,ez û birayê xwe man,” birayê min beriya min tevlî wan bû ”
Piştî rizgarkirina bajarokê me ji aliyê yekîneyên parastina Gel YPG û yekîneyên parastina Jinê YPJ’ê,ez bi DAIŞ re derketim û bi fermî tevlî Eşbal El Xîlafe bûm.
Wê çaxê jî ser çekê,teqemenî û serjêkirinê hatin perwerde kirin.
Di berdewama axaftina xwe de dibêje :
Piştî birayê min di bombebaran balafirên hevpeyamanê de tê kuştin,kesekî ji bajarê Hesekê hate destgîr kirin û ji min re gotin ku wî kartekî Ilkitronîk bi otombîla çekdarên DAIŞ ve vekiriye û ji ber wê hevpeymanê tevgera Otombîlê nas kirî, karwanê otombîlê bombe kir û birayê min wê çaxê hat kuştin… ‘ Îca Ehmed Divê Tu Serê Wî Jêke ‘
Ehmed bi dengekî xemgîn dibêje wî ev roman bawerkiriye û serê wî mirovî jêkiriye
Serjêkirin dîmenê wê hat girtin bi tevlîbûna emîr û endamên DAIŞ û ser torên civakî hate belav kirin.
Ehmed vedigere piştî ku DAIŞ ji gundewarên Hesekê tê derxistin û tê bajarokê xwe
Bav wî pêşwazî dike,tenê rojekê li malê dimînin û bav wî radestî hêzên ewlekariya Hundirîn Asayîşê kir.
Zarokê DAIŞ’î piştî lêpirsîn îtîrafê bi her tiştî dike,di çîroka Ehmed de ciyawaziyek heye,ew jî ku birayekî Ehmed,endamê yekîneyên Parastina Gel YPG’ê ye û li dijî çekdarên DAIŞ şer dike.
Piştî lêpirsînê,Ehmed bo navendê hate veguhestin..
Li gorî hevseroka Navenda Horî,Mamoste Xedîce ku dibêje :
Ehmed hate guhertin û gelekî baş bûye piştî perwerdehiyê, û ew raportên taybet bi rewşa her zarokeî hildidin,Ehmed jî yek ji wan zarokan e ku reftarên wî gelekî baş bûne,delîva herî mezin jî ew ku her dem di hundirê ofîsê de ye,ew heyam ji jiyana wî derketî.. !
Mekanîzmeya Karê Nûjekirin Di Gel Rêveberên Navendê De
Hevseroka Navendê ku pispora civakî ye û pispora pêşwazîkirina zarokan e dibêje :
Di destpêkê de em dixwazin bêjin,heyama sizadanê ya zarokan,ne bese bo ku zarok tevlî civakê û malbatê bibe,ji ber wê yekê dubare em danûstandinê bi zarok re dikin û perwerde dikin,bo ji bûyerên tarî û nexweş rehet bibe,taybet Zarokên DAIŞ’î ( Eşbal El Xîlafe ),em erê nakin ku ti fikrekî taybet,Îdîlojiyeke taybet werbigire,em dixwazin Îdîlojiya DAIŞ ji bîr bikin,lewra mewadên xwendinê akadîmîkin.
Hevseroka Navendê der barê çavlêgerîna li kesên heyama perwedeyê qedandine dibêje :
Em di vî tiştî de hizirîn û ev tiştekî girînge,lê belê îmkanên me kêm in,em hewcetdarî hejmareke mezin ji karmend û pisporan in,em ê berdewam ser vê mijarê tekez bikin.
Nijadên Rojavayî û Erebî Yên Pir Reng..Daxwazên Avakirina Dadgeheke Navdewletî Ya Taybet Bi Wan…
Mamoste Xedîce behsa hebûna nijadan li hundirê navendê dike û dibêje :
Zarokên ( Fransî,Emrîka Başûr,Endinûziya,Tacakistan,Tirkî,Mexribî,Îraqî,Sûdanî,Sûdî,Tûnisî,Misrî,Tirkmanistanî,Rûsî û Şîşanî hene.
Di vir de rexneyan li dewletên wan digire ku zarokên xwe hembêz nakin.
Hevseroka Navendê Mamoste Xedîce,tekez dike ku ew di gel dewletên wan de axivîne,yan di rêya avakirina dadgeheke navdewletî û dadwer ji bo ku bêne darizandine û serperştiya heyama sizadanê bikin,yan jî ew dewlet werin bi awayekî fermî zarokên xwe werbigirin.
Ziyadê Endenozî yê 16 salî ji bajarê Cakerta hatiye,di gel malbata xwe ji Tirkiyê û piştre derbasî bajarê Humsê bûne,wê çaxê sala 2014’an rêxistina DAIŞ çalak bû li wan herêman û dibêje :
Em sala 2017’an hatin destgîr kirin,bavê min şervanekî DAIŞ bû,û niha li zindana Dêrikê ye,rêveberiya navendê,dihêle ku di rêya telefonê re pêwendiyê li gel wî bikim,dayika min û birayê min li kampa Roj ya Dêrikê dimînin,car caran dayika min seredana min dike.
Ziyadê ku ev du salin li navendê ye dibêje :
Em tevlî Eşbal El Xîlafe bûn,me perwerde ser hemû cûreyên çekan didît,lê min beşdariyê di ti şerî de nekiriye.
Rûdêmên wî yên Asyewî û zimanê wî yê Erebî baş ku di navendê de fêrî wî bû,delîve ku wî heyameke baş û bi sûde dîtiye,û niha daxwazê ji hikûmeta Endenoziya dike tevî malbata xwe vegerin welêt.
Kurdên Mulhid,Kîsên Naylon di çavên zindançiyên xwe de dihelînin
Der barê hêminî ,rêxistin û rêbazên danûstandinê de ku zarok di hundirê navendê de dîtine,Mamoste Xedîce dibêje :
‘ Gava ku ew têne nîşanên tirsê li cem wan hene û çarenûsa xwe di xeteriyê de dibînin,wan fikir dikir em ê wan têxin zindanê û wan êşkence bikin,wekî ku rêxistina DAIŞ ev yek xistibû serê wan de.
Kesên ku serpeştiya Eşbal El Xîlafe dikirin,fikrekî wiha dabûn ser kurdan ku,dema kurdên Mulhid we bigirin li gorî DAIŞ,ew ê kîsên Naylon di çavên we de bihilînin,lewma ew gelek ditirsin destpêkê
Lê bi domana demê re,hemû rewş tê guhertin,danûstandinê li gel me dikin,gelekan ji wan navê xwe yê rasteqîn nedigotin û ne diaxivîn..lê piştî dema nûjenkirinê,behsa detayên jiyana zaroktiya xwe dikin,Xedîce dikene û kenekî bedew ser rûyê wê xuya dike,sedem jî fêrkirin û perwerdekirina van zarokan.
Ehmed El Rûsî ( Navekî Lêkirî ) lawê 16 salî,ew jî behsa detayên koçberiya bi bavê xwe re dike û dibêje :
‘ Ez di gel bavê xwe hatim vê derê,em gihştine Tirkiyê destpêkê û piştre derasê Bajarê Cerablus yê Sûrî bûn,paşê me xwe gihand Reqa û dawiyê li Dêra Zorê.
Min nizanîbû çema em hatin vê derê..
Çend dîmen li ber çavên Ehmed diyar dibin ku dema gihiştine Cerablus,ku ew gihiştine xaka DAIŞ,û wekî hevalê xwe yê Endenozî,bavê wî di zindana Dêrikê de ye,di rêya telefonê pêre diaxie,car caran jî dayika wî û birayên wî yên li kampa Roj dimînin seredana wî dikin.
Ehmed mîna hemî hevalên xwe çarenûsa xwe nas nake,daxwaza avakirina dadgeheke navdewletî dike,bo li doza wan binêrin,her wiha daxwazê ji dewleta Rûsî dike ku dilsoziyê bi wan re bikin û wan vegerînin Rûsiya û jiyana xwe bidomînin,Ehmedê Rûsî hizir dike xwendina xwe bidomîne û heyama berê ji jiyana xwe ji bîr bike.
Zarokê Şîşanî ku nasnameya Fransî hildigire, bi bavê xwe re di rêya Tirkiyê re derbasî Sûriyê bû,destpêkê li Idlibê dimînin,piştre têne veguhestin ji bajarên Minbic,Reqa,Dêra Zorê û Meyadîn dawîtirîn cih bû ku gihiştinê.
Bavê wî di bombebarana balafirên hevpeymanê de hat kuştin,dema ku hêzên sûriya demokratîk ew dever kontrol kirin,ew jî nêzîkî cihê bûyerê bû.
Esed Elllah dibêje :
Min got belkî endamên DAIŞ in,lê dema nêzîk bûn û min dît riha wan tine ye,ji min re gotin wer bi mere û netirse.
Ev salek di navendê de dijîn,car caran ez bi dayika xwe ya li Fransayê re diaxivim,pirsyara min dike,ji min re hindek Mesref dişîne,û kar dike ku ji bo min vegerîne welatê min,daxwazê ji dewleta xwe Fransayê dikim ku ‘ Nasnameya wê hildigirim ‘ ku min vegerîne welat,da jiyaneke nû di gel dayika xwe û malbata xwe bijîm,ku kêm agahiyan ser dizanim ‘
Pêşeroj û Çarenivîseke ne-naskirî
Mis’ab Xelef Rêveberê Navenda Horî ya Nûjenkirin û perwerdekirina Zarokan di berdewamiya axaftina xwe dibêje :
Divê çareseriyeke giştî ji vê dozê re bê dîtin,bi taybet doza Kampa Holê,çimku zarokên li wê derê têne ragiritin,bi hezaran in û metirsîdar e,bi sedema rewşên tundrewiyê li nava Kampa ji aliyê malbatên DAIŞ’î ve,karmend nikarin bi karê xwe rabin ji aliyê perwerdekirin û nûjenkirina zarokan,herî dawî jineke DAIŞ’î endamekî hêzên ewlekariya Hundirîn bi kêrê birîn kir.
Hevseroka Navenda Horî Ya Nûjenkirina û Perwerdekirina Zarokan Mamoste Xedîce jî dibêje :
Gelek zarokan temenê 16 salan derbas dikin,dema bibin temenê 18 dê werin veguhestin ji zindana mezinan re,û dê cihên taybet bi wan bêne çêkirin.
Me daxwaz ji hemî rêxistinên navdewletî kiriye serdana navendê bikin û alîkariya van zarokan bikin,Mamoste Xedîce tekez dike ku zarok bi tevayî bîreweriyên berê ji bîr kirine,û niha ji dewletan tê xistin ku dadgeheke navdewletî ya taybet çêkin,da çarenivîsa van zarokan bê nas kirin,û bibin warê wan û ew amade ne tevlî civakên xwe bibin.
Rêveberiya Xweser di rêya gerînendiya têkliyên derve daxwaz ji civaka navdewletî û nûnervanên wan li tevayî cîhan kiribû ku,Dadgeheke navdewletî ya taybet li Bakurê Sûriyê çê bibe,ew jî bo naskirina çarenivîsa endam û malbatên DAIŞ yên dîlgirtî li cem hêzên sûriya demokratîk HSD’ê
Bi Fermî daxwaz ji wan kirî werin herêma Bakurê Sûriyê,hemwelatiyên xwe werbigire bi şêweyekî fermî.
Herî dawî jî serokê Emrîkayê Donald Tiramp ku welatê wî serkêşiya hevpeymana navdewletî ya şerê li dijî DAIŞ’ê dike,ku hemû dewlet hemwelatiyên xwe yên li cem şirîkên xwe werbigirin Îşaret bi ‘ Hêzên Sûriya Demorkatîk HSD ‘ kiribû.
Werger: Berzan Ferman