Taybet (Bûyerpress)
Piştî du rojan ji gotûbêja ku (Rêvebiriya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel) û (Rêxistina Banga Cinêv) li hev civandibûn li bajarê Rimêlanê, bi amedebûna her du aliyan kongireyek rojnamevanî li dar ket, ji bo imzekirina girêbestên ku danûsitandin li ser wan bûye, ew girêbest jî ev in:
- Girêbesta li gor Banga Cinêvê pabendî bi qedexekirineke giştî ji bumbeyên dijî kesan û hevkarî li dijî belavbûna bumbeyan.
- Girêbesta li gor Banga Cinêvê pabendî bi qedexekirina tundiya cinsî di pevçûnên çekdarî de û kar ji bo bidawîkirina regezperestiya li gor cins.
- Girêbesta li gor Banga Cinêvê pabendî bi parastina zarokan ji bandorên pevçûnên çekdarî.
Ji bilî xala sêyem liser xalên jor imze bû, ew xal li ser parastina zarokan û netevlîkirina yên kêmî 18 salan di cengê de, derenghiştina imzekirinê li ser vê xalê dibe demeke heta mehekê jî dirêj bike, ta ku danûsitandin li ser wê bibin û bigihin lihevkirinekê, ew gotûbêj wê rajine mijarine din bi rewşa Rojava ve girêdayî ne.
Baskal Bolkêr (Berpirsê giştî yê rêxistina Banga Cinêvê), di gotineke xwe de tekez kir ku serdana wan ji Rojava re di lîsta karê rêxistinê de bû, tevî ku ew ji berî salekê ve bi rêvebiriya YPGê re têkildar in û ew hay ji tiştên ku li herêmê dibin û êrîşên dijî wê hene.
Bi gotina Bolkêr kongira rojnamevanî bi dawî hat, tê de jî tekez kir li ser pêşkêşkirina alîkariyê ji bo zarokan bi rêya vekirina korsên rahênane û hewldana dûrxistina wan ji pevçûnên ku dibe jiyana wan bi dawî bike.
Raport: Ekrem Salih
Wêne: Arîno Palo
Wergêr: Hekîm Ehmed