BÛYERPRESS
Nûnera Meclisa Sûriya Demokiratîk LI Waşintonê Sînem Mihemed ji Rojnemeya El-Şerq El-Ewset re axivî û got:
Tişta ku li ser xakê dibe bi hevkarî û peymankariya Hêzên Sûriya Demokiratîk e.
Sînem Mihemed di berdewamiya axaftina gotina xwe de wiha anî ziman ku Tirkiye nikare ti tevgerên yek alî bike, û ev yek ji aliyê Emrîka ve jî hatiye tekez kirin ku Çi kiriyar û livên ji yek alî ve, nayê pejirandin.
Mihemed li ser çawaniya parastina ewlekariya sînor dê li ser qonaxan were cîbicî kirin; ji Bajrokê “Girê Spî û Serê kaniyê” bi kûrahiya 5 KM’ an û li hin devrinên din bi kûrahiya 9 KM’an, lê kûrahiya 32 KM ya Tirkiye dixwaze li ser ne hate erê kirin .
Nûnera MSD’ê Sînem Mihemed da nîşan ku ti lihevkirin bo derbas bûna hêzên Tirkiyê nava herêmê tune ye.