Operasyonên hêzên pêşmerge bo ser baregehên DAIŞ berdewamin û fermandarekî gerîlayên HPG li eniya Kerkûkê ragihand ku şer berdewame û sê gund ji destê DAIŞ rizgar kirine.
Fermandarê hêzên HPG li başûrê Kurdistanê Egîd Kelarî bi daxuyaniyekê ji Xendanê re got: Gerîlayên HPG min bi mil li gel hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li mihwerê başûrê Kerkûkê bi armanca pakkirina çend gundên stratejî me êrişî baregehên DAIŞ kiriye.
Got jî: Gerîla û hêzên pêşmerge moralê wan bilinde û bi pêşve diçin û çekdarên DAIŞ direvin û derbeyek mezin li wan hatiye xistin.
Ew jî da zanîn ku êrişên wan li ser baregehên DAIŞ îro 30/9/2014 danê sibehê destpê kiriye û heya niha jî şer berdewame û 3 gund ji destê DAIŞ hatine rizgar kirin.
Xendan