Ev bû 15 roj ku êrîşa çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞ, li ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê berdewame, li gor zanyariyan jî niha çekdarên DAIŞê 2 gundên nêzîk ji Kobanê topbaran dikin.
Rojnamevanê Kurd, Mistefa Ebdê ji nava bajarê Kobanê ji BasNewsê re ragihand ku, şeva borî çekdaran gundên rojavayê Kobanê topbaran kirin û di encama topbaranê de 3 kesên sivîl canê xwe ji dest dan û 8 silvîlên din jî birîndar ketin.
Mistefa Ebdê da zanîn jî ku îro, 30 Îlonê, li eniya rojhilat–başûrê Kobanê şervanên Kurd karîne pêşketina DAIŞê rawestînin û niha şervanên Kurd ber bi gundê Kazikan, ku duh çekdaran girtibû, ve pêşdikevin, lê hê bi temamî nehatiye kontrol kirin, ji ber ku şer û pevçûn li Kazikan berewamin.
Duh, 29ê Îlonê, çekdarên DAIŞê her du gundên Til Hacib û Şeranê dagîr kiribûn, ku dikevin hêla rojhilatê Kobanê de û tenê 3 kîlometran ji bajar dûrin.
Ebdê got ku, çekdarên DAIŞê ji gundên Qeremox û Til Hacib bi topan êrîşî gundên Mezreiet Dawud û Kîkan, li rojhilatê Kobanê, dikin, lê diyar nekir bê qurbanî ji encama topbaranê ketine yan na.
Navborî diyar kir jî ku, dema ku çekdarên DAIŞê dikevin gundekî hemû kesên sivîl ên ku di gundên xwe de mayçne êsîr dike û wan dikujin, mal û milkên wan jî talan û wêran dikin, li yek ji gundên rojhilatê Kobanê jî çekdaran keçek ji xwedan pêwîstiyên taybet di mala wê de kuştin. Tevî ku heta niha hejmarek ji şîniyên gundên di dest DAIŞê de windane û ti zaniyarî li ser rewşa wan nînin.
Derbarê rewşa mirovî de li nava bajarê Kobanê, wî rojnamevanê Kurd got ku, pêla derbiderî û koçberiyê heta niha berdewame û gele xelk li ser sînor asê mane.
Yek ji arîşeyên ku li ser sînorê Kobanê û Bakurê Kurdistanê rûbirûyê koçberan bûye ewe ku, hejmarek koçber bê agahiya xwe derbasî kêlgehên mayînan bûne û hejmarek mayîn bi çend xelkên sivîl de teqîne û di encam de heta niha, 2 zarokan ligel jinek canê xwe ji dest dane û 8 kesên din jî birîndar bûne di nav wan de jinek heye ku lingê wê jêbûye, li gor ku wî rojnamevanê Kurd daye zanîn.
Zêdetir li ser rewşa koçberan, Mistefa Ebdê da zanîn ku heta niha Tirkiye rê nedaye koçberan ku otombîl û pez û sewalên xwe derbasî nav axa Bakur û Tirkiye bikin.
Derheqê wan alîkariyên ku di dawiya hefteya borî de ji aliyê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî derbasî Kobanê bûbûn, ku ew jî 12 kemyonên helgirên alîkariyên mirovî pêkhatibû, Ebdê da zanîn ku ew alîkarî ji aliyê Desteya Hawarçûnê ya ser bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê ve bi ser xelkê de tê parvekirin.
BasNews