BÛYERPRESS
Gerên di navbera Tirkiyê û Emrîkayê de li ser avakirina herêma ewle berdewam in.
Tirkiya ji aliyê xwe li ser zimanê wezareta Derve ragihand bû ku 6 fermandarên Emrîkî gihiştin bajarê Rihaya Bakurê Kurdistanê, bo danîna hêmanên avakirina navendeke hevbeş di navbera her du welatan de.
Fermandarê Giştî Yê HSD’ê Mezlûm Ebdê der barê mijarê de axivî û dibêje :
Divê xeta di navbera çemên Firat û Dicle de bigirin nava ‘Herêma Ewle Em bi dewleta Tirkiyê re ne bi awayekî rasterast hevdîtinan pêk tînin
‘Herêma Ewle’ ya ku tê gotin dê di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de bê avakirin Me ji aliyan xwest ku tevahî sînor wekî ‘Herêma Ewle’ bê diyarkirin.
Lê Tirkiye dixwaze vê yekê niha di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de destpêbike