BÛYERPRESS
Nûnerê Rûsiyayê li NY Gînadî Gatîlof ragihand ku ew bi hêvîne di demek nêzîk de dirustkirina komîteya destûrî bi siponseriya NY li Cinêvê li hev bicive.
Ji aliyê xwe ve jî Şanderê NY Gêr Pêdrson yê taybet bo Sûriyayê meha derbas bûyî li Şamê piştî danûstandinan gotibû ku NY nêzîkayî li imzekirina peyamekê bo damizrandina komîteya Destûrî bo Sûriyayê bûye û ev pêngav gelekî bi dereng ketiye.
Her wiha li Enqerê jî wezîrê derve yê Turkiyayê Mawlûd Çawîş Oglo ragihand ku pêngavên damizrandina Komîteya Destûrî giheştiye qonaxên xwe yên dawîn lê kesayetek heye li ba me nayê pejrandin em bi hêvîn e ku Rûsiya di vê derbarê de karekî cidî bo guhertina wî bike.