BÛYERPRESS
Rêveberiya Xweser A Bakur û Rojhilatê Sûrî Li Bajarê Eyn Îsa Civata Xwe Ya Mehane Li Dar Dixe
Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser A Bakurê – Rojhilatê Sûrî civata berfireh ya mehane lidar xist.
Di hundirê civînê de seroka Encûmena Cîbicîkar meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed û Fermandarê HSD’ê Mezlûm Ebdî amade bûn.
Di dawiya civînê de daxuyaniyek hate dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin :
Dewleta Tirk, gefan bi awayekî berdewam ji bo êrîşên li ser herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Û ev gef di dema dawî de û di rêya komkirina hêzên leşkerî li ser sînorên navdewletî yê Sûriyê re zêdetir dibe.
Armanca van gefan têkbirina pirojeya demuqratîk ya Rêveberiya Xweser û binpêkirina aramiyê û jiyana hevbeş di navbera pêkhatiyên miletê Sûrî de ye.
Tiştê ku beriya salekê li Efrîn çêbû, dema ku rêjîma Tirkî û komên çete yên ku ejindeyên wan pêk tînin, miletê wê koçber û talan kirin, baştirîn dîdevan li ser durûtî û derewê vê rêjîmê ye.
Em di Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, van gefên neberpisyar ji hêla rêjîma Tirkî ve şermezar û pirotesto dikin, tekez dikin ku wê Rêveberî bi hemû pêkhatiyê xwe di ruwê van gefan de yekrêz û yekdest be, û em ê bi hemû awayên pêkane di ber xwe û aramî û jiyana hevbeş de ku herêmên me tê de dijî bidin. Ji ber ku derdora pênc melyon kes ji welatiyên xwecihî, koçber û penaber lê dijîn, herweha bi hezaran ji endamê rêxistina Da`iş a terorist di zindanan de ne.
Di heman demê de em ji civaka navdewletî bi hemû deste û rêxistinên wê yên netewî û hiqûqî, herweha hevpeymana navdewletî û raya giştî dixwazin ku bi erkê xwe derbarê rawestana gefên Tirkî rabin, û nehêlin ku bi êrîşa xwe ya amadekirî rabe, ji ber dema ku ev êrîş sînorê dewleta Sûrî derbas bike, wê zirarê li rewşa ewlehî û aştiya navdewletî jî bike.