BÛYERPERSS
Hêzên Rizgariya Efrînê li bajarê Mari’ û navçeya Şêrawaya Efrînê çalakî li dijî çekdarên ser bi dagirkeriya Tirkiyê lidar xistin.
Medyaya ser bi hêzên rizgariyê ve dide zanîn ku di çalakiyên wan de 5 çekdarên dagirkeriya Tirkiyê hatine kuştin.
Berî çend rojan li Mari’ê çalakiyek ji aliyê hêzên rizgariyê ve li dijî otombîleke Ehrar El Şam hatibû lidar xistin û tê de 4 serçekdarên wê koma terorîst hatibûn kuştin