BÛYERPRESS
Nûçegihandê me ji bajarê Hesekê da zanîn ku Otombîleke Bombekirî li nêzî rêbendeke hêzên ewleya Hundirîn ( Asayîş ) li taxa Xiwêrana Hesekê teqiya.
Di encamê de hejmareke sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn
Otombîla bombekirî ji cûreya KIA ye..
Ji Bûyer FM’ê re endamekî Asayîşê axivî û behsa detayên teqînê kir
Wî endamê Asayîşê anî ziman sê kes ji heman malbatê,ku di nava wan de zarok jî hebûn,birîndar bûne,her wiha şervanekî yekîneyên parastina gel YPGê birîndar bûne
Pêncşema borî anku 12’ê vê mehê 3’ê teqînên li pey hev bi motorsiklêtan li bajarê Hesekê rû dabûn û endamekî hêzên Asayîşê birîndar bibû.