Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayîk, derbarê pêvajoya çareseriyê û rola serokê PKKê Ebdulla Ocaln di pêvajoya de bo malpera Al Monîterê derbarê daxuyaniya KCKê ya roja 24ê vê mehê derheqê bidawîhatina mercên agirbesta dualî de got: Em dikarin dawiya Îlon`ê şer bidin destpêkirina jiber ku destûra şer di destê me de ye.
Bayîk derbarê rola Ocalan di agirbest û pêvajoyê ragihand ku, biryara şer em didin ji ber ku destûra xirakirina agirbestê di destê me de ye lê biryara aştiyê û ajotina pêvajoyê di destê Rêber Apo de ye.
Bayîk diyar kir ku, rola wan û Ocalan bi hev re ferq dike lê hevdû temam dikin.
Bayîk got: Ocalan rêberê me ye, em tevgereke rêbertiyê ne, em bi rêberê xwe ve girêdayî ne, lê dema Turkiye gavan neavêje rêbertî dê çawa bêje şer nekin? Nikare bêje jixwe, lê eger bêje jî şervan pesend nakin jiber ku em şervanan bi zorê didin sekinandin
Bayîk di bersiva pirsa “Rewşa Kobanî dê çawa bandorê li pêvajoya bike? de got: Hêrişên DAIŞ`ê li ser Kobanî du tişt ji me re zelal kirin; yek ji wan tiştan ew bû ku têkiliyên DAIŞ û Turkiye dê bidomin.
Bayîk diyar kir ku, ji ber ku Turkiye ya ku piştgiriya êrişên DAIŞ`ê dike û dixwaze piştî valakirina Kobanê li ser sînor herêmeke bi ewle çêbike tu carî têkiliyên xwe bi DAIŞ`ê re qut nake, ji ber ku DAIŞ dê hemû belgeyên ku nîşan didin pêwendiyên wê bi Turkiyê re heye, eşkrere bike.
Bayik di bersiva pirsa “Gelo tu dikarî nîşan bidî ku Turkiye alîkariya DAIŞ`ê kiriye?” de jî got: Du rojan beriya ku DAIŞ hêrişî Kobanê bike rayedarên Turk hişyarî dabûn berpirsekî YPG`ê û gotibûn, eger tirba Şah Sultan (li Sûriyê ye û Turk dibêjin xaka me ye) rastî hêrişê were emê li we bidin, di demekê de ku hîn tiştek çênebûye vê yekê dibêjin. Du rojan piştî êrişên Kobanî jî trêneke Turkiye li gundekî Til Ebyedê disekine û çek û cebilxanê dide DAIŞê. Hinek kesan ev bûyer dîtine,her wiha di dema ku tankên DAIŞ`ê li ber Kobanê ne mesela dîlên Turk tê çareserkirin lewra ev bûyer hemû girêdayî hevdû ne.”
Xendan