Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye da xuyakirin, DAIŞê 60 gundên dorûberê Kobanê dagir kirine û ji 800 sivîlan jî agahî nîne û bi metirsiya kuştinê rû bi rû ne.
Ramî Ebdulrehman Serokê ev rêxistinê ragihand “Rêxistina Dewleta Îslamî 60 gundên dorûberê Kobanî xistine bin kontrola xwe.”
Ebdulrehman her wiha got, ji 800 kurdên sivîl agahî qut bûye û niha dora wan hatiye girtin û metirsî heye ku komkujî rû bide.
Ev pênc roj in ku, li Kobanî di navbera YPG û DAIŞê de şerekî giran didome. Sedema şerê gelek welatiyên sivîl jî gundên terk kirine berê xwe danê navenda Kobanê û sînorê Tirkiyeyê
Eli Heyder Wezirê Aştiya Niştimanî yê Sûriyeyê daxuyaniyeke taybet da Rûdawê û derbarê êrişên ku DAIŞ li ser Kobanê dike got, “Kobanê xaka Sûriye ye. Erkê meye ku wek hikûmeta Sûriyeyê xaka xwe biparêzin. Ji ber vê jî divê artêşa Sûriyeyê derbasî Kobanê bibe.”
Eli Heyderê derbarê rola şervanên YPGê de ku niha li pêş DAIŞê gel û xaka Kobanê diparêzin jî got, “Ew nikarin Kobanê biparêzin, ev yek hêza wan derbas dike.”
Li aliyê dîtir Mistefa Ferhat Berdevkê Arteşa Azad a Sûriyeyê jî di daxuyaniyeke taybet a bo Rûdawê de got, “Hêzeke mezin ji Artêşa Azad ji Helebê derketiye û ber bi Kobanê ve diçe. Sibê dê bigihîje qada şer û hêvîdar im ku rewşa şer biguherîne.”
Rûdaw