BÛYERPRESS
Ehmed Bavê Alan
Berî pênc salan û di rêya hevpeyvînekê de ku bi serkirdeyekî tevgera siyasî ya kurdî li Rojavayê kurdistanê min kirî, pirsa min ev bû:
Gelo xwendina we ji paşeroja Rojavayê Kurdistanê re re çi ye?
Bersiva wî jî wisa bû:
“ Tirsa min ew tirs e, ku dawî dawet li devera me be ”
Aniha wekî ku em dişopînin ev qas qerebalix û tevlîhevbûna nûçe û daxuyaniyan diyar dibe, ku rewşa devera me di metirsiyekê de ye.
Efrîna Rojavayê Kurdistanê di bazareke erzan de li navbera hêzên navdewletî hat firotin û beramberî wê jî serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan oposizyona “qaşo” ya Sûriyê ji Rêjîma Sûriyê û Rêjîma Rûsiya yê re xesand.
Ji heyama ku Erdogan Heleb diyarî Rêjîmê kir û di vir de deriyê bazaran li qada Sûriyê vebû.
Li Heleb, Xota Şamê, Der’a û gelek deverên din her hêzek ji hêzên ku li ser qada Sûriyê rola wan heye projeyên xwe êdî bi zelalî eşkere dikin.Nexasim Dewleta Tirkiyê çima em bi taybetî vê rewşa hanê di aliyê liv û bizava ku Tirkiyê dike tim gengeşe dikin?
Tirkiyê çi dixwaze? Wê çi bike? Êdî hetanî ku derê rê jê re vekiriye ku birêve biçe?
Daweta ku wî serkirdeyî wek bersiv anî ziman li Efrînê despê kir
Û diyar dibe ku wê govend bighêje hemû deverên Rojavayê Kurdistanê
Ji bo ku Tirkiyê qayîl bibe û berê xwe ji me biguhere çi pêwîste çi girîng e?
Ji xwe ji destpêka qeyrana Sûriyê xwendina tevgera siyasî ya Kurdistanî qels û lawaz bû.
Bi taybet ya Kurdên Sûriyê, ji çaxa ku vexwendina Esed erê nekirin projeyên mezin ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin guhertin.
Yekser Partiya PYD ket xetê de û wek ku serkirdeyên vê partiyê dibêjin ku ji destpêka şoreşa ku li Tûnisê rabû ewan haziriyê mezin dikirin û xwendina wan jê re ew bû ku ev lehiya ji Tûnisê gihişt Misrê û herikî, wê bighêje Sûriyê û ji bo wê ew amade bûm.
Li aliyê din mixabin tevgera siyasî ya kilasîk a kurdî di guhê gê de bûn û nizanîbûn çi li dora wan diqewime ji wê çaxê ve hetanî nivîsandina van gotinan ewan yek nerîn yan yek helwest rast nedane û ne didin jî .
Di nava ezezî-tiyê û avakirina girêkan di nav tevgera Kurdî de û hin jî di nav partiyên xwe de hiştin ku ew li paş bimînin û bimînin êsîrê biryara derve û xwe sipartin nerîn û helwestên herêma Kurdistanê û bi taybet PDKI.
Aniha metrsiya mezin li ser tevahiya Rojavayê Kurdistanê heye, Serokê Emerîka wê leşkerê xwe ji Rojhilatê Firatê vekşîne û gefên mezin şeva din di riya Twîtera xwe de bi lêv kir û got ku eger Tirkiyê êrîşî Kurdên Sûriyê bike, ez ê abûriya wê biherfînim. ji bo vê biryarê û ev helwestên ku tên sitandin êdî dosya kurdên Rojava çû li ser masa paytextên biryardayînê li hemû cîhanê.
Derfetek mezin hatiye ku Kurd nehêlin Tirkiyê êrîşî deverên wan bikin PYD û ENKS bûye çend sal ew hestiyê hev dişkînin û xwe ji Tirkiyê re qels dikin.
Hin liv û tevger dibin ji bo hevrêziya mala Kurdî bê kirin lê ew çawa dibin hîn ne diyar e?
Ji ber ku PYD ev qas deskeftî qezenc kirine pêwîste ku ENKS vegere tevlî karê siyasî bibe û di vê dema hestiyar de piştgiriya wan deskeftiyan bike û li hember êrîşên Tirkiyê bi dilekî kurdewarî derkeve
Ji sedî sed di nêzîktirîn dem de divê ew ji Itîlafa Sûriyê vekişe û li gor nûçeyên ku ji herêma Kurdistanê derdikevin ku serokê partiya PDK’ê Mesûd Barzanî şewqa Kesek daye ENKS’ê ji bo hin rêkeftin werin îmze kirin..
Di baweriya min de eger bi rastî ENKS’ê xwediya projeya netewî be ji bo Rojavayê Kurdistanê, vaye derfeta guncaw hatiye ku bi rola xwe rabe û piştî rûxandina projeyên êrîşkirina Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê bila ENKS wek laşekî rikber li hember PYD derkeve, eger ya dawî siyaseta xwe neguhert derheqê ENKS’ê de
Li vir ENKS’ê dikare daxwaza hilbijartinan bike û lingê PYD têxe soleke teng de û bi projeya xwe ya netewî wek ew dibêje derbasî hilbijartinan bibe û ji sedî sed wê di wan hilbijartinan de biserkeve.
Nabe rewş wisa bimîne li Bakurê Kurdistanê jî 7 partî di nav wan de PDK-T bi lîsteyeke taybet wê derbasî hilbijartinan bibin, çima li vir nabe, çi dibe û wê ji vê qayîş û berberiyê re çi care-rê wê bê dayîn.