BÛYERPRESS
Alan Pîrê
Emerîka li ser zimanê serokê xwe Donald Trump ragihand, ku dê derdora 2000 leşkerên wê ji bakurê Sûriyayê vekişin, ji ber ku tiştek nemaye êdî bikin.
Baş e wê vekişin lê kengî?
Gotin nexuyaye û dibe demeke baş dirêj bike.
Baş e lê çawa û çilo?
Gotin em ê vekişin û em ê çekên xwe jî ji hêzên Sûriyaya Demoqrat HSD’ê re bihêlin, her wiha wê di piştevanî û alîkarîya xwe de ji Kurdan re her berdewam be.
Emerîka xwest bi vê biryara vekişandana leşkerên xwe ji Bakurê Sûriyayê bêhtirî çûkekî bi yek kevirî bikuje
Û ev çi çûk in, em ê niha ji hev re bibêjin:
Di destpêkê de xwest ku Turkiya xurtir xuya bike û wek bira tang, top û leşkeran li ser sînorê xwe û Rojavayê Kurdistanê kom bike, ji bo xatirê ku di nêzîktirîn dem de êdî derbas bibin wî alî sînor û şerê xwe yê dîrokî li dijî Kurdan bidin destpêkirin.
Lê ji xwe gava ku Tirkiyê ev yek kir (çawa ku me dît) ji piraniya hêzên çekdar ên bi ser artêşa azad ve got:
Va em hatin bi hawara we ve û em ê êdî mil bi mil şerê xwe yê herî mezin li dijî Kurdan dest pê bikin, em ji wan xelas bibin
Hûn ê îca ji aliyê xwe ve berê xwe bidin deverên din ji Sûriyê rizgar bikin ji desthilatdarîya Rêjîma Şamê û hûn ê komareke xwe ya Erebî Sunî ava bikin.
Ji xwe van jî bawer kir (çawa ku me dît û em dibînin) û xwe li Idlib, Efrîn, Cerablus, û hin deverên li wê derûdorê dan hev û bi hezaran ketinê.
Ji xwe ew xwe bi xwe li hev nakin carcaran radibin hev, ji hev dikujin, bi wateya ku aşîtî û aramî di navbera van hemû hêzan de kêm e û nêzîk wê bi carekê re nemîne.
Wek me got, Tirkiyê careke din lê vê carê bi xurtî nav di hêzên nakokiya Sûrî ên çekdar de dide û ew kişandin çamûra şerê bê veger ( mirina herî erzan ).
Ne Emerîka bi rastî vedikişe û ji xwe hîn Firansî jî li wir in, di cihên xwe de ne û ji Kurdan re çi ew çi Emerîkî tiştekî weha mezin nehatiye guhertin.
Û ji xwe Tirkiyê derbas nabe û tu bajarên din nabe û ya ji van tevan girîngtir ew e ku ne Emerîka û ne welatek serdest ji welatên Europ û ne jî Rûsiya dihêlin ku Erebên Sunna li Bakurê Sûriya xurt bibin û amadekariyên xwe û welatan bikin..
Belku ev bêhtirî heft salan e ku şerê wan dikin, îcarê wê niha bên û destên wan ji wan re di herêmê de berdin li ser hesabên Kurdan, Kurdên ku wê ji wan re alîgir bin ne dijmin.
Ka em niha ji hev re bibêjin, kî ji artêşa azad hez nake, û kî çek û peran dide wan ?
Kurd wan dijmin û terorîst dibînin, Şamê wan dijmin û terorîst dibîne, Rûsiya û Îran jî her weha, Emerîka û Firansa jî ji wan hez nakin û dixwazin îro berî sibe ji wan xelas bibin û vê lîskê gişî dikin ji bo wilo.
Em niha bên ser hevalên wan, ji xwe ji berê de Erebistana Siûdîyê û Qatar pere didan wan, lê ne gelekî eşkere bû niha Tirkiya êdî eşkere çek û peran û leşkeran dide wan û berevanîyê di ber wan de dike.
Lê we ya rast divê, Tirkiya bi xwe ji Kurdan ji Îran ,Şam ,Rûsiya ,Emerîka û Firansa bêhtir dixwaze ji wan xelas bibe û îro berî sibe.
Lê çilo û çima?
Piraniya hêzên çekdar ên bi ser Artêşa Azad ve li Tirkiyayê bûne bele û bi hezaran li ser çavên Tirkan bûn, berî ku Erdogan pirên wan bîne, wan li Efrîn, Idlib û Cerablus kom bike û hin sedemên veşartî ên din jî hene.
Emerîka bi vê gava xwe dixwaze lingê Tirkiya bixe soleke teng de, wan di çamûr û çiravê wer bike, ku êdî ji hundir ve hilweşe û hino hino kirîza wê ya aborî mezintir bibe.
Di dawiyê de ez dixwazim wekû her car dubare bikim û bibêjim:
Berê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li xêrê ye û rojên xweş hîn li hêviya gelên wê herêmê ne.