BÛYERPRESS
Alan Pîrê
Pêşeroja desthilatdariya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê. Xweseriya demokrat yan hêzên siyasî xwecihî ên Kurdî
Ez dixwazim wek her car dubare bikim û bibêjim ku berê gelê Kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê li xêrê ye û herdu kelehên mezin herdu sitûnên sereke ên herî hêzdar û serdest li seranserî erdnîgariya Kurdistanê Hewlêr û Qendîl baş ji siyaseta herêmê ya bi giştî têgihiştine û wê nehêlin ku Kurd ji van guhertinên mezin bê par bimînin.
Li Rojavayê Kurdistanê rewş baş e heya radeyekê, tirsa ji bobelatên mezin nema ye rewş ber bi qonaxeke din ve diçe ber bi guhertina, ku wê bibe destpêkek ji avakirina herêmeke Kurdistanî re.
Niha ne tenê li Idlib û dor û berê, li Efrînê jî komikên çekdar ên artêşa azad dest pê kirine,xwe bi xwe hevdu dikujin,ç hev xwe bi xwe tune û qir dikin.
Ji ber ku berê wan bi xwe û ji destpêka destpêk ve li vê yekê ye.
Hîn wê rola Kurdan jî di vê yekê de hebe, ew ê jî şerê xwe yê ji bo rizgarkirin û vegerandina Efrînê berdewam bikin.
Şam û Rûsiya û Îran jî wê şerê xwe li dijî terrorê berdewam bikin Turkiya jî dixwaze vê belê ji ber devê derîyê xwe rêş bike bide alî, bavêje ser çavên xeyrî xwe.
Lê ev tev de ji rikberiya Erebî ya çekdar re tenê tê vê wateyê ku berê wan li gorên wan in.
Emerîka sînorek ji leşkerên xwe xist navbera Kurd û Tirkan de, Kurd jî ji alî xwe ve hino hino didin ser hev û haziriya xwe û guhertinên mezin dikin, di ser ku gelek kêşe û pirsgirêkên hundirîn jî hene, lê dîsa jî rewş niha ji bo çareserkirina van karûbaran bi carekê re ne guncaw e, ji ber ku desthilatdariya Kurdî niha bêhtir giranîyê dide wê yekê, ku her dem parastî bimînin û bibin statuyeke rewa û fermî ku êdî rê li ber vebe, xwe hino hino li ser lingan rake û bigre.
Ji xwe wê ne bi hêsanî be her tişt ji her tevger û gaveke mezin re nirxek heye û ev nirx jî Kurd ji xwîn û malê welatê xwe didin.
Hin dikarin bibêjin:
ma Emerîka ji bo xatirê çavên Kurdan vê gişî dike, ji bo petrol genim,av ,sererd û binerda wan vê dike.
Ez ji van kesên reşbîn re vê yekê dikarim bibêjim:
Kurd niha di wê qonaxê de ne qonaxa ku bi her tiştî dizanin, lê nikarin bihêlin ku her tişt li gorî dilê wan bibe, ji ber ku bi şert û mercên hêzên beşdar di kirîza Sûrî de girêdayî ne û nikarin her tiştî bi dilê xwe ji ber xwe ve bikin.
Û bila para Kurdan ji sererd û binerdê wan hindek hebe, çêtir e ku bi carekê re tine be(serdema Sedam û Hafiz Al-Asad û niha Beşar Al-Asad).
Têkoşîna gelê Kurd ji tinebûnê dest pê dike û şerê gelê Kurd ne tenê şerekî derveyî Kurdistanê ye şerê wan şerekî navxweyî ye jî şerekî aborîm siyasî, civakî û hizrî ye.