BÛYERPRESS
Di navbêna 3’ê rojan de li Hola Beylesan a Amûdê Korbend ango Muntedeya Qirkirina Etnîkî û guhertina demografîk ya Efrînê hatibû lidar xistin..
Bêhtirî 150 kesayetên akademisyên û hiqûqnas ji seranserî cîhanê û Rojava tevlî bibûn..Ev korbend bi encam-nameyekê bi dawî bû.
Xala herî girîng a vê encamnameyê ew ku dê Komîteyeke pispor were ava kirin da binpêkirinên li Efrînê belge bike.
Di dawiya encamnameyê de bang li gelên cîhanê hat kirin ku kiryarên li dijî sivîlên Efrînê werin rawestandin.












































