BÛYERPRESS
2’emîn Kongreya Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR’ê beriya 2 rojan li hola bajaroka Rimêlanê hatibûn destpêkirin.
Hate ragîhandin ku 5 hezar ciwan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî kongreyê bibûn.
Di roja 2’emîn a Kongreyê de rapora salane ya xebata yekîtiyê hat xwendin.
Piştre sîstema hundirîn a nû hatî hilbijartin hat xwendin û nirxandin ser hat kirin..
2’emîn Kongreya ciwan bi girtina biryaran bi dawî bû.