BÛYERPRESS
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê der barê êrîşên herî dawî yên dagirkeriya dewleta tirk li ser xaka Rojavayê Kobanê daxuyaniyek da.
MSD’ê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser xaka hemû Rojava şermezar kir û got:
” Êrîşên dagirkeriyê li ser herêmên bi ewle yên Rojava dê şerê li dijî DAIŞ’ê asteng bike. ”
MSD’ê bang li Rêjîma Sûrî û Civaka navdewletî kir li hember van binpêkirinan bê deng nemînin.