BÛYERPRESS
Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê der barê êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser gundewarên Kobanê daxuyaniyek da.
Navenda têkliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê der barê êrîşa dagirkeriyê li ser Gundewarên Efrînê wiha got:
“ Dewleta dagirker hewil dide rê li ber projeyeke demokratîk bigre,her wiha tevliheviyan li herêmê biafirîne.
Di van rewşên girîng û qonaxa dawîn a pêngava tunekirina rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst de êdî çareseriya siyasî li Sûriyê tê pêş xistin.
Dewleta Tirk ji hemû aliyan ve bi israr tu xebatên damezirandina nimûneyekê ku dê çareseriyê bi xwe re bîne qebûl nake.”
Navenda Têkliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelên Bakurê Sûriyê û cîhana navdewletî kir ku helwestekê li dijî êrîşên dagirkeirya dewleta nîşan bidin