BÛYERPRESS
Hêzên Rêjîma Sûriyê û komikên çekdar ên girêdayî dagirkeriya Tirk li Idlibê herêmên hev du topbaran û bombebaran kirin..
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragîhand ji ber topbaran û bombebaranê 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan..
Bi vê topbaran û bomebaranê re rêkeftina Rûsî û Tirkiyê li Idlibê bin pê dibe..
Beriya demekê Rûsan û Tirkan di çarçoveya Peymana Sotşî de li hev kiribûn ku herêmeke bê çek li Idlibê bê îlan kirin,ew herêm jî bi firehiya 20 Km bû.
Neteweyên Yekbûyî di raporteke xwe de dane zanîn ku nêzî 3’ê Milyon kes li Idlibê dijîn..