Nûjiyan Rizgar
W. Selman Aslan
Em di serdema wan kesan de ne ku ji şideta dewletê re dibêjin ewlekarî, jixweparastina civaka bûyî hedefa şidetê re jî dibêjin “teror”.
We teoriya Gulê bihîstiye?
Bila Abdullah Ocalan ji kesên nebihîstî re bêje: “Ez dibêjim, Teoriya Gulê. Ez li ser gulê fikirîm. Gul ji bo parastina xwe, striyan derdixe. Xweparastina Gul’ekê û nebatekê jî heye. Ji bo xweparastinê, mirov li xweza û siruştê binêre bes e. Qey heqê me bi qasî Gul’ekê nîne, ku em xwe biparêzin? Xweparastin pîroz e. Apekî ixtiyar li gundê me hebû, tê bîra min. Digot, “em weke textê ziwa ne”. Min digot, “ev çawa dibe?”. Darek jî ji nav latan şîn tê û jiyana xwe didomîne. Qey em nikarin bibin qasî vê darê jî?”
Ji ber çi em vê yekê bi bîr dixin?
Helbet ji bo em bêjin, ka berwendatî çawa dilê mirov dixelîne, konformîzm çawa ketiye halekî bêrûmet û di bin navê jiyanê de jiyan çawa ber bi bênirxiyê ve diçe.
Em di wextekî zor û zehmet de ne!
Ev wext xêrekê tenê ji me re dike; ew jî şensê fêrbûna fikir û têgîna kesên li dora me ye.
Di vî wextî de kesên berxwedanê birêxistin dikin û binê wê dikolin derdikevin holê!
Em di wextekî zor û zehmet de ne; ji ber ku em di şer de ne. Di cendereya qirkirina çandî de bi awayekî giştî dor li me hatiye girtin.
Pirs ev e…
Di rewşeke welê de, li dijî vê neheqiyê, bê-exlaqiyê û têgîna bi jahrî ketî, divê çi bê kirin?
Teslîmiyet an jî berxwedan?
Malcolm X, li Oxfordê di axaftina xwe de dibêje:
“Dema zilamê spî şidetê bike başe: lê heke zilamê reş bibe hedefa şidetê divê deng jê dernekeve. Heke zilamê reş bersiv da şidetê, ev yek dibe “radîkalbûn”. Bêyî hêrsekê, divê li cihê xwe rûne, ne-êşe, berê xwe nede şidetê, ji dijminê xwe hez bike.
Çi gotin û çi bi rengekî din, divê her cûre êrişa li ser xwe qebûl bike.Lê bi çi rengî be, dema xwe parast û bersiv da êrişê, ev yek dibe tundrewî”.
Bi kurt û kurmancî, em di serdema wan kesan de ne ku ji şideta dewletê re dibêjin ewlekarî, jixweparastina civaka bûyî hedefa şidetê re jî dibêjin “teror”.
Thomas Hobbes (1588-1679), ji şideta serdestê ku bi parastina sîstema huqûqê erkdare ne digot şidet, navê “îradeya hevpar” lê kiribû. Ji ber vê yekê, em di serdema wan kesan de ne, ku şideta dewletê weke îradeya hevpar dibînin.
Mesele hemû jî ev e! Kesên şîdeta serdest û bindest wekhev dibînin û dinirxînin, teslîmeyetê weke “berxwedanê” difroşin, koma herî ne jidil a konformîst e. Çavkaniya bingehîn a vê cahiliyê, rengê agahî û nasnameya ku bi destê desthilatdariyê hatiye çêkirin û sazkirin e.
Tu ji wan bipirsî ka maneya “kirtek li nava pelekî şîn, ku bi hefteyan xwe tê de vedişêre, çawa lihev badide û di heman wextî de gelek pelên dora xwe jî ji bo balê nekşîne û kamuflekirinê bi heman rengî li hev badide çiye” , wê bersiva wan nebe. An jî wê bibêjin, heqê wan heye!
Welatê Tirkiyê, welatekî welê ye, ku dînê wê yê fermî durûtî ye. Di haveyna her tiştê bi brokrasî û dewletê ve girêdayî de ev heye. Timî berevajî dike, tine dihesibîne û tine dike. Li vî welatî, hin tişt hene ku ev 40 sal e, nayê guhertin.
Yek ji van jî kevneşopiya “wekhevkirina şideta serdest û bindest e”. Kesên pêşengiya vê dikin ne tenê lîberal in, derûdoreke berfireh e. Bi taybetî aliyê ku erka pêşengiyê daye xwe, di bin navê mafê mirovan de ji bilî şerbeta berwendatiyê tiştekî din ne taemandî ye û ji aliyê dora xwe ve weke rewşenbîr tê dîtin, balê dikşîne ser xwe.
Ev rewşenbîrên xwedî çanda mêtîngehiyê ne! Mijara ku tenê li asê dimînin jî PKK ye. Agahî û exlaqên wan hemû heta vê derê ne.
Dewlet lê dixe, dikuje û her tiştî dike… “Tavilê lêpirsînê û fail ango berpirsên wê” dixwaze. Dema yê tê kuştin, xwe biparêze, vê hêzê nîşan bide û heman çalakiyê bike, “şermezar” dike. Dibêje, “şidet heye”.Lê ka bisekinin! Jixwe kesên vê yekê dibêjin, mirovên nefsbiçûk in. Mîna ku li cem gelê Kurd bin, di her çalakiyê û desteserkirina heq de, twîtek û gotinek wan heye û li dij in.
Wê bêjin, bindestî û zordestî heye. Lê belê dema bû wextê hesabxwestinê, dibêjin “Na, nabe!”. Her tiştê wan heta vê derê ye. Heke ji neçarî karibin aliyekî hilbijêrin, wê cihê wan ne cem kesên qaşo diparêzin, çînan an jî sazî û rêxistinan be, wê cihê wan li cem dewletê be!
Cihekî welê ye, ku dewlet wê xelatê bide wan û eleqê xwe ji wan û berjewendiyên wan neyîne. Vê yekê pir baş dikin û jiyana wan hemû jî li ser sextekariyê sazkirî ye.
Û cihê bingehîn ê asê jî ev der e!
Baş e, ev rewş çiye û ji bo çiye?
Em xal bi xal pê dakevin…
1)- Kêm gotinên ne ji dil û çewt ên mîna “Ez li dijî her cûreyek şidetê me! Şidet ji kê û kû derê were bila were, ez li dijî wê me” hene. Bi milyonan kesî xwe spartine vê gotinê û bi kar tînin. Ev gotin, weke keleha dawî ye. Kesên dibêjin “dewlet şideta rêxistinkirî ye” roja din, ji şideta dewletê re qeflekî dibînin, ku bi gotina “lê belê” destpê dike. Dema kesên mexdûr û bindest hesab bipirsin, ev yek dibe şidet. Jixwe ne li dijî şideta normal-rûtîn a dewletê ne û tiştekî jê re nabêjin. Dema zêde bû, tenê dibêjin “evqas jî nabe”. Asta rojane ya şideta dewletê, di çavê wan de heqê herî xwezayî yê dewletê ye. Heqekî bi vî rengî yê bindest jî nîne. Divê ew bêdeng be. Şideta dewletê bi ewlekariyê û şideta bindest jî bi xirabûnê tê binavkirin û nivîsandin.
2)- Cha Guevara dema behsa Şerê Gerîla dike dibêje, “şidet ne tenê ji bo mêtîngehan e, kesên bindest jî dikarin wê bikar bînin û divê di wextekî baş de bikar bînin jî”
Di pirtûka Pedagojiya Bindestan de, Paulo Freîre jî dibêje, “di dîrokê de ti carî şidet ji aliyê bindestan ve derneketiye holê.” Û vê pirsê dike: “heke ew encama şidetê bin, wê çawa bibin destpêka şidetê?”
Niha bi riya van gotinan, em li qismê gotina “dijberiya şidet ji kû tê bila bê” vegerin!
Bi vê gotinê em dixwazin çi bêjin? Gelo nabe ku em vê yekê dibêjin; “heke li nîvê Amedê pratîka kesên sivîl û zarokan dikujin şidet be, ez avêtina kevirekî li hemberî wan jî weke şidet dibînim. Li çiyayan, deştan, kesên her tiştî tine dikin, tecawizê dikin û jiyanê bi her tiştê wê re diqelînin şidetê dikin, lê belê kesên li ber wan radibin û jiyanê diparêzin jî şidetê dikin.”
Di eslê xwe de bi gotina vê yekê kesên dibêjin, ‘ji kû tê bila bê, ez li dijî şidetê me’ her tiştî dikin wekhev. Tiştên dijber û ji kokê ji hev cûda, di bin navê şidetê de ji holê radike, wekhev dike. Dehşeya kesê serê we jê dike û halê we yê topiskekê lê dixe wekhev dike û yek dibîne!
3)- Yek ji kesên herî zêde li ser şideta bindestan xwe westandî ye jî ramangerê bindestan Fanon e. Li gorî wî, mirovê bindest azadiya xwe dikare bi şidetê û encex bi navbeynkariya şidetê dikare bibîne: “Tenê şidet, şideta gel û şideta lîderên gel birêxistin kirine û fêr kirine, dikarin rê li ber têgihiştina rastiyên civakî vekin û mifteyê bidin wan.”
Li gorî Fanon, çalakî mirov diguherîne û wî/wê ji nesnebûnê rizgar dike û ber bi xwebûnê ve dibe. Yanî dema bênirx û bêmane be, dibe xwedî mane. Ji bo bindestan, ev yek li dijî kesê şidetê li hemberî wan bi kar tîne, dibe bersiva bi heman zimanî. Ev tespîta wî jî ji ber vê yekê ye: “Mêtîngehî ne maşîneyeke, ku difikire û ne jî bedeneke, ku xwedî tecrûbeya lêpirsînê be. Mêtîngehî şideteke tazî ye û dema bi şideteke mezintir re rû bi rû hat, encex dikare serî bitewîne.”
Fanon di wateya tazî de şideta çort naparêze. Naxwaze wê yekê bibêje. “Ew dema şidetê rewa dike, şidetê weke hewldaneke bidestxistina azadiyê û terkkirina bindestiyê ya xelkê xwecih dinirxîne. Dema şidetê di warê şexsî de weke hêzeke paqijiyê dibîne, rizgarbûna mirovê/a bindest a ji kompleksa bindestî û bêhêvîbûne, bi rewakirina şidetê ve girê dide.”
4)- Walter Benjamîn dibêje, “Şidet cewhera huqûqê ye”. Û ew bixwe, şideta bindestan li dijî şideta dewleta qanûnan datîne, weke “şideteke îlahî” dinirxîne.
Nîetzsche digot; hovîtiya li ser sînorê dînbûnê digere, ne ji ber xwezayê, ji ber sîstema desthilatdariyê ye.
Gelo Bejamîn, Nîetzsche û bi dehan fîlozofên din safbûn?
Ma kor bûn?
Gelo ji ber ku fikrê wan kêm bû, ev gotin bikaranîne?
Çima wan negot; “Şidet ji kû tê bila bê, ez li dijim” û xwe nedan aliyekî pal nedan?
Kesên li ser navê van kesan metnan dihûnin, ti carî vî fikrê wan nikarin bibînin.
5)- Em bi jêgireke ji gotarekê bi dawî bikin: “Çav dihêle, ku cewher hebûnê-afrîneriyê zeft bike. Hem dibîne û hem jî diyarkerê cewhera tê dîtin e. Çav di navenda afrîneriya cewherî de ye. Li gel vê yekê, çav ji aliyê dîrokî ve diyarkerê bingehîn ê desthilatdariyê ye. Desthilatdarî, ji bo civakê kontrol bike, sîstemên çavdêriyê bikar anîne. Çavê desthilatdariyê, hêza kontrolkirinê ya qadên jiyanê hemûyan e û şidet jî bi navbêynkariya vê hêzê, xwe diafrîne. Desthilatdariya ku civakê bi çav kontrol dike, hewl dide çavê civakî jî di kontrola xwe de bihêle.”
Her desthilatdariyek, kontrola xwe ya li ser “cîhana dîtbarî”, ya ji aliyê şerê civakî û çavê civakê ve tê dîtin, bikaranîna teknolojiya xwe ya demê û “çav” saz dike. Çav vediguhere organeke girîng a desthilatdariyê. Çav di bin diyarkeriya desthilatdariyê de noqteya bûyînê ya hem çanda dihilberîne û hem jî diqedîne ye. Ji bo pêkanîna hebûna cewheriyê, pêwistî bi neynikê-eynê heye. Heta di neynikê de xwe nebîne, nikare bi rastiya xwe bihise. Ji ber vê yekê dîtin û xwenîşandan hebûna me nîşan dide.
Dema em li ser vê pasajê rawestin, mirov dikare bêje; şideta bindest heqe, rewa ye û xweparastin e. Û ji ber ku şideta serdest-mêtîngeh dide “dîtin” û tazî dike, gelekî hêja ye. Şideta dewletê ji çavê wê nîşan dide û bê çi diqewime dibêje.
Ya dike ev bixwe ye.
Em li serî vegerin; Her nebat li xwezayê neçarî xweparastinê ye. Gulek jî neçare xwe bi striyên xwe biparêze. Heke striyên wê nebin, nikare şîn bibe û bimîne. Ê naxwe, xweparastina civak û civakbûna di ser nebatan hemûyan re ne, çima nayê fêmkirin?
Çima tê şermezarkirin?
Di sîstemeke ku bi ti awayî şert û merc newekhevin, çima timî mîna ku her tişt wekheve helwest heye?