BÛYERPRESS
Hêzên Sûriyaya Demokratîk HSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê pêşdeçûna xwe didomînin.
Şervanên HSD’ê li eniyên Baxoz û Hecînê kelehên herî dawî yên DAIŞ’ê opearsyonên taybet pêk tîne.
Navenda çapameniyê ya HSD’ê der barê şerê mekehê ji qonaxa dawî ya Pêngava Bagerê bîlançoyek weşand..
Navenda çapemeniya HSD’ê da zanîn ku di şerê mehekê de 651 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Navendê her wiha bal kişand ser operasyona li eniyên Baxoz û Hecînê jî û ev agahî parve kirin:
6 topavêjên hewanê,12 siyareyên leşkerî,11 mexzeên çek û cebilxaneyê,24 baregehên çekdarên DAIŞ’ê û 22 erebeyên bombekirî hatin rûxandin.
Di çarçoveya vê operasyona da jî 2 jinên Êzîdxanê ji destê çekdaran va hatin rizgarkirin.