BÛYERPRESS
Qonaxa dawîn a şerê rizgarkirina naverasta Dêra zorê berdewam dike..
Şervanên Hêzên Sûriyaya Demokratîk HSD’ê di çarçoveya vê pêngavê de pêşveçûna xwe didomînin.
Şervanên HSD’ê li Eniyên Baxoz û Hecînê de operasyonên taybet pêk anîn.
Navenda ragîhandina HSD’Ê derbarê encamên van operasyonan de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parve kirin:
Di operasyona hêzên HSD’ê de 29 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin,Bargeheke Saroxên Herarî,Siyareyeke bombekirî û Mexzeneke tijî cebilxane hatin rûxandin.
Navendê diyar kir bi van Operasyonan re şervanên HSD’ê 3km pêşdeçûne.