BÛYERPRESS
Şêniyên gundê Yesrêbê ê Til Hemîsê ji ber kêmbûna ava vexwawrinê bi gilî û gazincin..
Li gorî pisporên vê mijarê nebûna ava vexwarinê li wan herêman kêmbûna bîran e.
Ava hinek bîran ji ber têkelûna ava Çemê El Ihêmer bi Petrolê re nayê vexwarin..
Şênî jî neçarin bi pereyan avê bikirin.
Hate zanîn ku bûhaya 5 bermîlên avê dighêje hezar û 500 leyreyê Sûrî.
Şêniyên Gundê Yesrêb bang li aliyên têklidar kirin ku demlidest kêşeya avê çareser bikin.