BÛYERPRESS
Encûmena Birêveber li Herêma Cizîrê biryarnameyek belav kir, tê de biryar da ku tevahiya xebatkarên dezgeh û saziyên Rêveberiya Xweser, pabendî siyaseta perwerdeyê ya Rêveberiyê bin; ango nabe zarokên xwe bişînin dibistanên rêjîmê.
Di biryarnameya xwe de, Encumenê daye zanîn ku refên 11 û bekalorya ne tê de, xebatkarên Rêveberiya Xweser ên ku zarokên xwe bişînin dibistanên rêjîmê, dê rastî lêpirsîna qanûnî bên.












































