BÛYERPRESS
Birêveberê Ewlehiya Giştî ya Libnanê Ebas Ibrahîm ji Ajansa Reutersê re ragihand ku ji destpêka sala 2018’an û heta niha, 50 hezar penaberên Sûrî ji Libnanê vegeriyane warên xwe.
Heman berpirsî da zanîn ku 25 hezar penaber bi alîkariya hikûmeta Libnanî û 25 hezarên din jî bi awayekî jixweber vegeriyane, her wiha got: “Dibe ku heta dawiya salê, 200 hezar penaber vegerin.”