BÛYERPRESS
Bi nêzîkbûna werzê zivistanê re, şaredariyên bajarê Qamişloyê amadekariyên xwe dikin, da ku tevahiya cadeyên bajêr bi zivtê pîne bikin û projeya her du derbasgehên rojhilat û rojavayê bajêr jî biqedînin.
Di çarçoveya vê xebatê de, sibeha îro çarşemê, Şaredariya Bajarê Qamişlo – Milê Rojava, cade û kolanên taxa Hilêliyê pîne kirin.