BÛYERPRESS
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundewarê Dêra Zorê, di navbera çekdarên DAIŞê ji aliyekî ve û Îran û rêjîma Sûrî de ji aliyekî din ve rêkeftinek çêbûye, di encamê de rêjîma Sûrî 400 çekdarên DAIŞê ji gundewarê Dêra Zorê veguhastine gundewarê Idlibê.
Rewangehê da zanîn ku ew her 400 çekdar ji devera Bûkemalê, bi erebeyên rêjîma Sûrî, ji bo rojhilata Idlibê hatine veguhastin.