BÛYERPRESS
Li perava Çemê Feratê, li gundê Şecel ê nêzîkî bajarokê Hecînê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demoqratîk û çekdarên DAIŞê de şerekî giran li dar e.
Bi rêya daxuyaniyekê, ragihandina HSDê da zanîn ku di encama vî şerî de heta aniha 5 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û şervanên HSDê kariye bi pêş ve biçin.