Bûyerpress
Gerînendeya Bazirganiyê li Herêma Cizîrê, duh sêşemê biryarnameyek belav kir, tê de buhayê cerên xazê destnîşan kir.
Li gorî biryarnameya gerînendeyê, li Qamişlo û Hisiçayê dê cera xazê bi 2400 lîreyên Sûrî bê firotin û li Tirbespî, Çil Axa û Dêrikê bi 2300 lîreyên Sûrî.