Bûyerpress
Banka Sûriyeyê ya Navendî bang li welatiyên Sûrî kir ku kesên ku 200, 100 û 50 lîreyên Sûrî yên kevn û qetiyayî bi wan re hebin, bila seredana bankê bikin û biguherin, ji ber ku çapa nû ya pereyan amade dibe.
Di daxuyaniyeke xwe de Banka Navendî ew yek bi bîr xist ku wê ji berî aniha biryar daye ku hetanî serê salê, ew ê 50 lîreyên Sûrî yên hesinî derxîne.