Bûyerpress
Endamê Meclisa Minbicê ya Leşkerî Cemîl Mezlûm der barê bajarê Minbicê de, got ku Amerîka aniha hewil dide ku di navbera Meclisa Minbicê ya Leşkerî û Tirkiyê de hevpeyvîneke siyasî li dar bixe.
Di hevpeyvîneke xwe de bi rojnameya Ukaz a Si’ûdî re, Mezlûm rewşa Minbicê ji milên siyasî û leşkerî ve nirxand û da zanîn ku piştî şerê Efrînê, hêz û tevgera Fransayê gelekî li Minbicê xurt bûye.