Bûyerpress
Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demoqratîk (HSD) pêngava dawî ya Helmeta Bahoza Cizîrê ragihand û bi qasî 7 kîlomitreyan bi pêş ve çûn, li deverên kontrola DAIŞê 130 kesan -ku di nava wan de endamên DAIŞê yên biyanî hene- xwe radestî HSDê kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li nêzîkî perava Çemê Feratê, 30 mêr û 100 jinên xwedî zarok ku ji deverên kontrola DAIŞê reviyabûn, xwe radestî şervanên HSDê kirin.