Bûyerpress
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demoqratîk Mezlûm Ebdê ragihand ku di heyama du mehên bê de, rêxistina DAIŞê dê tune bibe û got ku wan bernameya sala 2019’an bi Amerîkayê re nîqaş kiriye.
Di hevpeyvîneke xwe de bi rojnameya Ukaz a si’ûdî re, Ebdê her wiha da zanîn ku wan çend hevdîtinên erênî bi Brîtanyayê re encam dane û got ku Brîtanya dê piştgîriya siyasî û aborî bide deverên rizgarkirî.