Bûyerpress
Şeva duh çarşemê, li Qada Newroz a navenda bajarê Efrînê, mayîneke bumbebarkirî ku di nîva rê de hatibû çandin teqiya, di encamê de derdora 30 çekdar û leşkerên dagirkeriya Tirkiyê hatin kuştin û birîndar bûn.
Ji aliyê xwe ve, komikeke bi navê Bazên Tolhildanê, hûrgiliyên evê teqînê belav kirin û encamdana evê teqînê girt xwe, ango berpirsyariya xwe di ber de ragihand.